Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin 2022-11-26 13:51:59   AMED - Baroya Amedê di çarçoveya rêzeçalakiyên bîranîna Tahîr Elçî de turnuvaya satrancê li dar xist û gelek pêşbaz beşdar bûn.    Baroya Amedê ji bo Serokê berê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li Sûrê hat qetilkirin turnuvaya satrancê li dar xist. Di tûrnûvaya satrancê ya ku li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroyê dest pê kir û êvarê saet 17.00an dewam bike, hejmareke zêde pêşbaz beşdar bûn.    Beriya pêşbaziyê Endamê Desteya Rêveberiya Baroyê parêzer Mehdî Ozdemîr axivî û bal kişand ser têkoşîna parêzvaniya mafê mirovan a Elçî û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna wî berdewam bikin.    Rêzeçalakiyên bîranîna Tahîr Elçî ku duh dest pê kir dê 4 rojan berdewam bike. Di roja duyemîn a rêzeçalakiyan de turnuvaya satrancê hat lidarxistin. Di roja sêyemîn a rêzeçalakiyan de jî dê merasîma Xelatdayîna Mafê Mirovan a Tahîr Elçî ya 2022’yan bê lidarxistin. Di roja çaremîn de wê ji ber Edliyeya Amedê heta Minareya Çar Ling meş were lidarxistin û li ber Minareyê dê daxuyanî bê dayîn. Piştî daxuyaniyê dê serokên baroyan û parêzer biçin serdana gora Elçî û  bername bi serdana gorê bi dawî bibe.