Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn 2022-11-26 14:54:17   AMED - TTB'ê li Amedê bi boneya yekemîn meha girtinê ya Seroka wan a Konseya Navendî ya Şebnem Korur Fîncanci daxuyanî da û got bi heman hêvî û xweşbînî têbikoşin.   Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) têkildarî meha ewil a girtina Seroka wan  Konseya Navendî Şebnem Korur Fîncanci ya ku di 27’ê cotmehê de ji ber daxuyaniyên zanistî yên derbarê êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li ser Zap, Avaşîn û Metîna de hatibû girtin, li oteleke Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku pankarta "Em li cem jiyan û heqîqetê ne. Şebnem Korur Fîncanci rûmeta me ye" hat vekirin de gelek bijîşk û xebatkarên tenduristiyê amade bûn. Di civînê de dirûşmên "Ji mamoste Şebnem re azadî" û "Mamoste Şebnem rûmeta me ye" hatin berzkirin.    Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan axivî û bal kişand ser sedama girtina Fîncanci û destnîşan kir ku girtina wê nayê qebûlkirin û girtina wê li dijî mafê mirovan e. Turan anî ziman ku Fîncanci xwedî raboriya rûmeta bijîşkiyek ku têkoşîna mafê mirovan daye ye û got: “Şebnem Korûr Fîncanci rûyê ronakbîriya vî welatî ye. Di şexsê Fîncanci de xwestin ku TTB’ê ceza bikin. Em ê bi heman hêvî û xweşikbîniyê têkoşina mamosteya xwe bidomînin. Şebnem Korûr Fîncanci rûmeta me ye.”