Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin 2022-11-26 14:55:15   ÎZMÎR - Ahmet Şahîn destnîşan kir ku keça wî ji ber “poşmantî” qebûl nekiriye înfaza wê şewitandine û  got: “Şûna qebûlkirina poşmantî û derketina wê ya bi awayekî sertewandî, em derkeftina wê ya 9 meh şûndetirê ya bi serbilindî qebûl dikin.”   Înfaza Evîn Şahîn (28) a di Girtîgeha Jinan a Şakranê de tê ragirtin ji ber “poşmantî” qebûl nekiriye 9 mehan hate şewitandin. Şahîn a di sala 2014’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin, 7 sal in di girtîgehê de tê ragirtin. Şahîn a ku divê di 25’ê mijdarê de bihata berdan, înfaza wê bi hinceta ku “Lijneya Girtîgehê” guncav nedîtiye, hate şewitandin.    Bav Ahmet Şahîn anî ziman ku wî şewitandina înfaza keça xwe dema ku telefon kiriye hîn bûye û bertek nîşan da. Şahîn berteka xwe bi van gotinan anî ziman: “Tevî ku cezayê wê qediya ye, divê duh bihata berdan lê înfaza wê hatiye şewitandin. Ya ku tê kirin îşkence ye, zilm e. Ji bo keseke 7 sal di girtîgehê de maye, ji bo çend mehan poşmantiyê lê ferz dikin. Ne em wek malbat, ne jî keça min vê yekê qebûl nakin. Şûna qebûlkirina poşmantî û derketina wê ya bi awayekî sertewandî, em derkeftina wê ya 9 meh şûndetirê ya bi serbilindî qebûl dikin. Ferzkirina poşmantiyê ne çareserî ye, ger poşman bûna çima evqas sal ceza xwarin. Poşmantiya çi, ma çi kirine, xusara wan gihiştiye kê, malê kê dizîne?”