ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-27 09:00:03   * Di ketina Mahabad'ê de noqteyeke polîsan heye. Piştî ji vê noqteyê derbas dibim maketê balefireke şer ku li ser qaîdeyekî hatiye rûniştandin balê dikişîne. Li vî bajarê ku ligel di du mehan de gelek kes hatine kuştin jî bi paş ve gav navêje, şopên çalakiyan dibînim.   * Dêra Geramonê ya suryaniyan a li Qilebanê ku nêzî sînorê Başûrê Kurdistanê ye, ji ber bêhesasiyeta rayedaran bûye sergo.    * Jin tevî hemû astengî û zextên dewletê jî di 25'ê Mijdarê de qad tije kirine. Jinên ku bi dirûşmeya "jin, jiyan, azadî"yê qad tije kirin gotin: "Em ê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê desthilata zilamsalarî hilweşînin."   * Rojnameger Xidir Bişar Çelkî ku piştî fermana li ser Êzidiyan xwest êş û berxwedana Şengalê bi kameraya xwe ragihîne ji cîhanê diyar kir ku tevî hemû astengiyan û zehmetiyan jî ew ê bi pênûsê xwe û kameraya xwe ji rastiyan re bibin neynik.    * Nûçegihanê Ronahî TV'yê Rojnameger Şîvan Mêsî tekildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojavayê anî ziman ku dewleta tirk li Rojavayê sûcên şer dike û ev yek bi dimenan belgekirî ne.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 629’an de berdewam dike.    * Meclisên Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê komxebata “Di kapîtalîzmê de Kedxwariya li dijî jinê” li dar bixe. (09.30-15.00)   * Platforma Jinan a Antalyayê dê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de dê meşê li dar bixe û daxuyaniyê bide. (14.00)   * Meclisên Jinan a Platforma Em ê Pêşî li Ber Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) dê li Stenbol û Enqereyê bi dirûşma “Em ê azad bijîn, Pêşî li Ber Cînayetên Jinan bigirin” daxuyaniyê bidin. (14.00-15.00)   * Komeleya Lêkolînên Kurd dê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê bi mijara xweparastinê panelekî li dar bixe. (14.00)   * Baroya Amedê dê di çarçoveya çalakiyên bibîranîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî de, torena Xelatên Mafên Mirovan a 2022’yan a Tahir Elçî li Eywana Konferansa Baroyê li dar bixe. (19.00)