Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne 2022-11-27 09:09:28   AMED – Nûçegihanê Ronahî TV'yê rojnameger Şîvan Mêsî tekildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava anî ziman ku dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike û ev yek bi dîmenan belgekirî ne.    Dewleta tirk bi hinceta teqîna li Kolana Îstîklalê, di şeva 19-20'ê mijdarê de bi balafirên şer êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe kir. Şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 roj li pêy xwe hiştin û heya niha di şer de gelek sivîl ji aliyê dewleta tirk ve hatine qetilkirin. Her wiha li dijî êrişên dewleta tirk ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welêt gel herikîn qadan û bertekên tund nîşan dan.   Nûçegihanê Ronahî TV'yê Rojnameger Şivan Mêsî tekildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rewşa heyî pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin.   *Dewleta tirk teqîna bombeyî ya Stenbolê ji xwe re kir hincet ku êrişî rojava û başûrê Kurdistanê bike. Gelo armanca dewleta tirk a bi van êrişan çi ye?    Armanca dewleta tirk a dagirker ya sereke qadên ku dagirkirine li rojavayê berfereh bike û bi vê yekê dixwaze careke din çeteyên DAÎŞ'ê nûjen bike û xeyalên xwe yên osmanî pêk bîne. Li kobanê bi taybet şerê çeteyên herî radîkal di cîhanê de hat kirin bi têkçûna DAÎŞ'ê re dewleta tirk jî sala 2014’an têk çû. Ji ber wê jî dagirkerî hewl dide li Kobanê tola xwe hilîne û gelek êrişên giran li Kobanê pêk tîne. Ji ber wê di teqîna Stenbolê de yekser Kobanê hate tewanbarkirin.   Di encama wan êrişên dewleta tirk de çi qas sivîl hatin qetilkirin? Gel çawa bertek êrişan dide?   Dagirkeriya tirk bi hemû rêbazan êrişî herêmên bakur û rojilatê sûryê kir , bi balafirên şer tang û topan herêm bombebaran û topbaran kir û hîna dewam dike, ev êriş ji şehba ta dêrikê hene, ji xwe êrişên dagirkeriya li van herêman ranewestiyane lê di 19’ê mijdarê de ev êriş girantir û berferehtir bûn , di dema ku ev êriş li ser welatiyan pêk hatin xelkên dêrikê bertekên xwe yên tund nîşan dan û dema ku çûn cihê ku bombebaran bûye carek din dagirkeriyê êriş kir û li wir komkujî pêk anî , di encama wê komkujiyê de 11 welatî şehîd bûn û 6 birîndar bûn taybet di wê êrişê de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ye Îsam Ebdulah jî şehîd bû   Di van êrişan de rojnamevan tên hedefgirtin, di dema belge kirina bûyerên ku dagirkeriyê pêk anîne sibeha 20’ê mehê li kobanê nûçegihanê STÊRK TV Mihemed Ceradê û nûçegihanê Ronahî TV Mihemed Mistefa û Ehmed Şukrî êrişeke hewayî li hemberî wan pêk hat, di encama wê de nûçegihanê Stêrk TV Mihemed Ceradê birîndar bû.   Li aliyekî din binesaziya herêmê a ku debara jiyana xelkê peyda dike tê armanc girtin , sûcên şer tên kirin û ev binpêkirin bi dîmen belgekirî ne. Li hember êrişên dagirkeriyê li ser herêmên bakur û rojhilatê sûryê bertekên tund derketin pêş , ji roja ku ev êriş dest pê kirine gel li qadanin , helwesta xwe didin nîşandan û piştgirî  ji bo zarok û şervanên xwe raber dikin   Hûn dikarin ji me re qala rewşa niha ya Rojava bikin?   Niha rewşa rojava hîna êriş li ser pêk tên û her diçe ev êriş girantir dibin , bi taybet bi balafirên bê mirov yên bi çek dewleta dagirker heya 70’ ê km derbasî nava xaka sûryê dibe , tevahî herêm rojane êriş pêk tên û berfereh dibin.   Ji bo êrişên dewleta tirk a li dijî Rojava ji çar aliyên Kurdistanê û dervayî welet bertek tên nîşandayin hûn wan bertekan li wir çawa dişopînin? Bertekên ku tên nîşandayin têr dikin an?   Gelek bertek derketin pêş û Kurdistaniyên li dervayî welat heya astekê sekna xwe raber kirin , lê dewleta tirk bi hicetan êriş dike û qetilaman pêk tîne , pêwîste zêdetir Kurdistanî li dervayî welat di nava seferberiyekê de jiyan bikin. Em jî keda wan ya pîroz silav dikin.   Her wiha piştî têkçûyina DAIŞ’ê ji qada navneteweyî jî piştgirî da Rêveberiya Xweser. Niha li dijî êrişan di qada navneteweyî de bêdengiyek heye. Hûn vê bêdengiya navneteweyî çawa dinirxînin?   Dagirkerî di van êrişan de gelek zindan û kampên çeteyên daişê têde ne dewleta tirk hewil da ku wan çeteyan xilas bike lê careke din hêzên ewlekariyê ev bûyer kontrol kirin û nehiştin ku ev çete birevin. Lê hewildana dagirkeriya tirkiyê ji bo xelaskirina wan çeteyan dewam dike. Li herêmê dewletên ku qaşo hêzên garnetor hene weke Rûsya koalisyona navnetewî li li hember wan sûcên şer daxuyaniyên  şermok didin, tê diyarkirin ku ev êriş bi erêkirina wan pêk tên , her wiha li Rojava hikumeta şamê heye ji xwe di van êrişan de gelek leşkerên wan hatin hedef girtin û qetil kirin lê ew jî hîna di bêdengiya xwe de dijîn.   Bi qasî ku hûn dişopînin ji bo demên pêş pêvajoyeke çawa xuya ye?   Diyare ku ewê hemû hewildanên êrişeke berfereh û bejahî werin kirin, lê wê dagirkerî xwe di êrişeke berfereh de têk biçe, bi rihê şerê gelê şoreşgerî gel di nava xebatê de ye û parastina xaka xwe li kêlek şervanên xwe dikin. Îsal di 5’ê tîrmehê de Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand û gelek amedekarî hatin kirin.Ji aliyê gel û sazî dezgehên rêveberiya xweser ve amedekarî yên pêwîst hatin kirin .   MA / Mahmût Altintaş