Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê 2022-11-27 09:10:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Xidir Bişar Çelkî ku piştî fermana li ser Êzidiyan xwest êş û berxwedana Şengalê bi kameraya xwe ragihîne ji cîhanê diyar kir ku tevî hemû astengiyan û zehmetiyan jî ew ê bi pênûsê xwe û kameraya xwe ji rastiyan re bibin neynik.    Di ser rizgarkirina Şengalê ya ji destê çeteyên DAÎŞ’ê 7 sal derbas bûn. Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê bi piştgiriya dewleta tirk û PDK'ê êrîşî  Şengalê kir. Êrîşên plankirî yên çeteyên DAÎŞ'ê ewilî li ser Mûsilê û Telaferê dest pê kirin û pişt re jî her çar aliyên Şengalê hatin dorpêçkirin. Êzidiyên ku dixwestin ji qirkirinê rizgar bibin tenê rêyeke wan mabû. Ew jî çiya bûn û berê xwe dan çiyayê Şengalê. 12 hezar çekdarên girêdayî PDK’ê û hêzên asayîşê bi fermana Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî Şengal terkkirin û ew bi tenê hişt. Êzidiyên ku bê parastin hatine hiştin ji wan zêdetirî 5 hezar hatin qetilkirin û bi hezaran jin û zarok jî ketin destên çeteyên DA;Ş'ê. Êzidiyên ku ketine destê DAÎŞ'ê li bazarên Mûsil û Reqayê hatin firotin. Pişt re Şengala ku ji çeteyên DAÎŞ'ê hatibû paqijkirin di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Şengalê de qadên xwe yên leşkerî, dîplomasî û aborî ava kirin. Di vê pêvajoyê de ku her kesî Şengal tenê hişt rojnameger, leşker, siyasetmender û mamosteyên xwe birêxistin kirin. Bi avakirina rêveberiya xweser re, bi dehan ciwanên êzidî biryara rojnamegeriyê dan û êş û berxwedana êzidiyan bi kamera û wênekeşên xwe ragihandin cîhanê.    Ji van kesan yek jê Xidir Bişar Çelkî ye. Çelkî, di wan şert û mercên herî zehmet de biryara rojnamegeriyê daye û bi kêmderfetan xwe bi xwe fêrî rojnamegeriyê bûye. Çelkî, ev 7 sal in bi qameraya di destê xwe de dibe neynik û dengê berxwedan û êşa êzidiyan. Çelkî, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    'AXA XWE BI DESTÊ XWE RIZGAR KIRIN'   Rojnameger Çelkî diyar kir ku êzidiyan li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê berxwedaneke mezin kirine û got ku tişta herî xweş jî şahidetiya wê berxwedanê bû û ew pêvajo wiha vegot: "Ez rojnamegereke êzidî me. Wê demê li dijî civaka êzidî êrîşeke bi hov pêk anîn. Ew hêzên ku dê parastina civak êzidiyan bikirina êvara fermanê de êzidî tenê hiştin û terik kirin. Civaka êzidî rastî êrîşeke wisa hatin. Ew ferman fermana man û nemanê bûn. Êzidiyan li ber xwe dan. Li gundê Sibayê, li gundê girzerikê êzidiyan berxwedaneke gelek mezin dan. Di navbera çeteyên DAÎŞ'ê û ciwanên êzidiyan de nêzî 10 saetan şer qewimî. Bi qasî ku çekên çeteyên DAÎŞ'ê hebûn, di destê êzidiyan de nebûn. Çekên êzidiyan ê sivik bûn. Ji derveyî van çekan tu çekên wan nebûn. Ji ber ku beriya wê qedexe bû ku êzidî çekên mezin mala xwe de bihewînin. Ji êzidiyan re gotin,' em ê parastina we bikin' lê mixabin van êzidiyan pişta xwe da êzidiyan û terik kirin û ew rastî komkujiyeke mezin hiştin. Êzidî bi qirkirineke re rû bi rû bûn. Tiştên gelek êşbar rû dan. Kuştin, komkujî û destdirêjiya li ser jinan, talankirina malên êzidiyan... tiştên gelekî mezin dîtin. Lê beriya ku êzidî xwe bigihînin çiyayê Şengalê di gundê Koço, hirdan kokujiyên mezin hatin kirin. Bi hezaran êzidî hatin qetilkirin. Bi kuştinê re, destdirêjiyê û revandinê re hatin hiştin. Lê êzidî dîsa bi destê êzidiyan hate rizgarkirin. Axa xwe bi destê xwe rizgar kirin. Ew tişteke gelek girîng û bi wate bû."   'JI BO KU ÊŞ Û BERXWEDANA WAN NÎŞAN BIDIN BIRYAR DA'   Çelkî, anî ziman ku piştî bûye şahidê vê êş û berxwedana êzidiyan biryara rojnamegeriyê daye û wiha dom kir: "Di wê deme de li vir karê rojnamegeriyê gelek kêm bû. Ji ber ku rêya rojnamegeran hatibû kirin. Her wiha rêya di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de hatibû girtin. Di wê deme de karê rojnamegeriyê gelek zehmettir bû. Ji bo ku êş û birînên civaka êzidî û berxwedana êzidiyan a li dijî DAÎŞ'ê ji dinyayê re bidin ragihandin me biryara rojnamegeriyê da. Karekî gelek zehmet bû. Piştî rizgarkirina Şengalê me biryar da û me got ku, 'em ê rojnamegeriyê bikin.' Ji ber ku civaka êzidî di aliyê xwe yê şerê leşkerî de serkeftineke mezin bi dest xist. Li dijî terorîstan Şengal rizgar kir. Piştî wê pêwîstî pê hebû ku berxwedana civaka êzidî ji tevahiya cîhanê re hatibûna ragihandin. Min jî wekî erkekê ji bo ku êşa gelê xwe û berxwedana wan bidin bihîstin biryara rojnamegeriyê da."    Çelkî da zanîn ku nêzî salekê ye malperek ava kirine û wiha got: "Em çend ciwanên êzidî di vê malperê de dixebitin. Em nûçeyên der barê êzidiyan de çêdikin.Bi giştî nûçeyên Iraqê. Lê em piştgiriyê didin êzidiyan. Em bi vê malperê dengê civaka êzidiyan radigihînin."    LI HERÊMÊ ZEHMETIYÊN ROJNAMEGERIYÊ'    Rojnameger Xidir Bişar Çelkî, bi lêv kir ku geşedanên li herêmê herî zêde bandorê li ser rojnamegeran dike û got ku ew her carê rastî astengiyeke mezin tên û ev tişt gotın: "Heta niha jî em zehmetiyên wê dibînin. Ji ber ku êrîşên li ser Şengalê didomin. Her carê bi hewayî li ser Şengalê êrîş dikin. Her wiha li Şengalê hêzên leşkerî pir hene. Ji ber wê jî karê rojnamegeriyê pir zehmete. Heta niha jî ev zehmetiye didomin. Şengal di nava xwe de perçe perçe ye. Her perçeyeke wê girêdayî hêzekî ye, partiyekî ye. Ji ber wê jî weke rojnamegerên Şengalê em gelek zehmetiyan dikêşin. Mirov nikare bişopîne, bikêşîne û binivîse."    'EM Ê BI PÊNÛSA AZAD BINIVÎSIN'   Rojnameger Çelkî da zanîn ku ew ê di her şert û mecî de bi qemereya xwe bibin dengê civaka xwe û got: "Lê heta astekî azadiya rojnamegeran heye. Em bi zanistiya ku, 'em ê çawa ji vê civakê re xîzmet bikin' re tevdigerin. Zor û zehmetiyên wê pir in. Ev êrîşe herî zêde li ser me hene û herî zêde jî em zehmetiyan dibînin. Heta niha pirsgirêkên rojnamegeran her hebûn. Azadiya rojnamegeran tune ye. Rojnameger nikarin bi awayeke azad bixebitin. Şengal jî yek ji wan cihane. Pirsgirîkên siyasî, civakî û leşkerî ji rojnamegeran re dibin astengî. Lêbelê li tevî hemû astengiyan jî em dibin dengê vê civakê û heta ku ji destê me tê jî em ê bi penûsa azad binivîsin."