Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin 2022-11-27 10:49:25   AMED - Hevserokê MEBYA-DER’ê Şehmûz Karadag û Hevserokê MED-DER’e Rifat Ronî ku di çalakiyên şermezarkirina êrişênli dijî Rojava de hatibûn binçavkirin, bertek nîşanî binçavkirinan dan û gotin ku çi dibe bila bibe ew ê her tim li dijî şer derbikevin.    Dewleta tirk di derengiya şeva 19’e mijdarê de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Li dijî êrişên dewleta tirk, li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li Amedê bi tevlibûna endam û nûnerên gelek partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û gel li Qada Şêx Seîd daxuyanî hat dayîn. Lê belê polîsan êrişî çalakvanan kir û 47 kes kes binçav kirin. Ji binçavkiriyan çendek jê 2 rojan û çendek jî 4 rojan di bin çavan de man. Hevserokê Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrguşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) Şehmûs Karadag û Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî jî di heman êrişê de hatibûn binçavkirin û piştre hatin berdan.    Şehmûs Karadag û Rifat Ronî têkildarî binçavkirinê bi ajansa me re axivîn û gotin ku çi dibe bila bibe her tim dê li dijî şer dakevin qadan.    ‘SEDEMA BINÇAVKIRINAN BERTEKÊN LI DIJÎ ŞER BÛN’   Karadag, da zanîn ku ew li dijî şer daketibûn qadê lewma hatin bin çavkirin û wiha got: “Me xwest têkildarî êrişên ser Rojava, li dijî şer û bi daxwaza aştiyê daxuyaniyê bidin. Lê êrişî me kirin. Anku dibêjin qala aştiyê nekin û heke bikin, em ê we dorpêç bikin û nehêlin dengê aştiyê bilind bibe. Dibêjin; ‘em ê bi şer çareser bikin.’ Lê heta niha bi şer tu pirsgirêk çareser nebûne. Her tişt bi rêya aştiyê çareser dibe. Heta ku rêyeke çareseriyê tê peydakirin, weke saziyên civaka sivîl em ê li dijî şer li qadan bin. Bi rojan em bi awayekî derhiqûqî di bin çavan de man. Biryareke keyfî bû. Lê ne binçavkirin an jî îşkencekirin, ew me bikujin jî em ê her tim ji bo aştiyê li ser pêyan bin û li dijî şer derkevin.”    ‘DIXWAZIN ŞER GEŞ BIKIN’   Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî jî bi lêv kir ku li gor qanûnên Tirkiyeyê û navneteweyî mafê herkesî heye ku li dijî şer çalakiyan lidar bixe û ev tişt anî ziman: “Lê ew demekî dirêje li Tirkiyeyê tehemûla desthilata AKP-MHP’ê ya li hemberî çalakiyan nema ye. Lewma jî geşkirina şer ji xwe re weke rê û rêbazekî dibînin. Li pêşiya me hilbijartinek heye û dixwazin desthilatiya xwe bidomînin. Vê yekê jî dixwazin bi êrişên li dijî gelan pêk bînin. Heke li ser daxwaza aştiyê ya li dijî şer êriş bên kirin, wê demê mirov nikare li vî welatî qala demokrasî, edalet û qanûnan bike. Bi van binçavkirinan dixwazin kiryarên xwe mayînde bikin lewma ewqas bi dijwarî êrişî hêzên demokrat dikin. Em van êrişan şermezar dikin. Bi sala ye gelê kurd êşa vî şerî dikişîne. Em naxwazin êdî gelên vî welatî vê êşê bikişînin. Lewma jî hem hêzên demokrasiyê û hem jî gelê kurd di daxwaza aştiyê de biisrar e.”    MA / Mahmût Altintaş