ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-29 09:00:14 * Şanoger Yavûz Akkûzû da zanîn ku li Amed, Wan, Êlih û Stenbolê 10 komên şanoyê hene û wiha got: "Ev 10 komên şanoyê di vê pêvajoya şer û qedexeyên li ser zimanê kurdî de berxwedaneke mezin e. Heke ev zext û zilm li kê bûbûna niha li holê nediman, lê ya kurdan li dijî qedexekirinan bertek e û dixwazin tiştekî ava bikin." * Li Cizîrê qeyûman di 5 salan de ji bo 3 îhaleyan û revîzekirina 2 piran 104 milyon TL xerc kirine. Lê ji ber ku di qaseya şaredariyê de pere nemaye, qeyûm nikare 25 milyon TL heqê şîrketê bide.    * Li meclîsê hevdîtinên budçeya ji bo 2023’yan didomin. Akademîsyen Yasemîn Ozgunê ji bo budçeya nû got: “Di budçeyê de ne pêdîviyên jinan ne jî dengê jinan heye. Em bi budçeyeke ku jin tê de nîne in re rû bi rû ne.”   * Semîre Demîrel ku 35 sal berê ji dengbêj Miradê Kinê kilama Seyrê û Eliyê Mamed bihîstiye, çîroka vê stranê kir pirtûk.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin dê di roja 631’an de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatiye vekirin, wê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.15)   * Rûniştina 6’emîn a danişîna 19’emîn a Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê were lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza derbarê Osman Şiban ê li navçeya Şaxa Wanê ji helîkopterê hatibû avêtin, wê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê were lidarxistin. (11.00)   * Çalakiya malbatên girtiyan a ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tên şewitandin li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin didome. (11.00-15.00) ZINDΠ   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê  wê têkildarî qezaya înşaeta mizgeftê ya li Esentepeyê li Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Komcivîna HDP'ê ya Meclisê wê were lidarxistin. (12.45) ZINDÎ   * Danişîna Doza derbarê Ammar Hasan, Beşşar Elalî yên sûriyeyî û Mahmût Kendîrcî yên êrişî avahiya HDP’a Yuregîra Edeneyê kirin de hatiye vekirin wê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê bê lidarxistin. (14.00-18.00)