ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2022'YAN 2022-11-30 09:00:01   * Li Bokanê gel ji du mehan zêdetir e li hemberî hêzên rejîme li ber xwe dide. Di du hefteyên dawî de li vî bajarî 11 welatî ji hêla hêzên rejimê ve hatin kuştin. Welatiyekî ku bi xwe jî birîndar bûye dibêje, "Em ji bo zarok, zilma ku me dîtiye nebînin li kolanan ne."   * Pispora Rojhilata Navîn Arzû Yilmaz diyar kir ku DYA'yê bi helwesta "Em fikarên ewlehiyê yên rewa yên Tirkiyeyê fêm dikin" rê li ber êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekiriye û tekane tirsa DYA û Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye.    * Elewiyên ku bertek nîşanî Serokatiya Cemxaneyê dan ku bi vî awayî elewîtî bi Wezarea Çand û Turîzmê ve hatiye girêdan û gotin: "Elewîtîne çandeke folklorî ye, felsefeya jiyanê ya di nava îslamê de ye. Elewî di wê serokatiya çandê de hilnayên."    * Nûnerê Partiya Azadiya Civakî ya Edeneyê Serkan Nar, destnîşan kir ku gava mesele tê ser kurdan desthilat û muxalefet li ser heman xetê ne û endamê Meclisa Parrtiyê ya ESP'ê Osman Kara jî got: "Rêya şikandina tecrîdê û rabûna li ber vî şerê qirêj têkoşîna yekbûyî ye."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 632’yemîn de berdewam bike.    * Meclisa Partiyê ya HDP’ê wê li avahiya partiyê ya li Balgata Enqereyê bicive. (10.30) ZINDΠ   * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz wê di çarçoveya hevdîtinên bi Tifaqa Kurdistanê re serdana PDK-T û PDK Bakur bikin. (11.00-15.00)   * Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê yên Îzmîrê wê ji Şebnem Korûr Fîncanci ya girtî li PTT’ya Pasaportê qertên piştevaniyê bişînin. (12.30)   * Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê ku ji Komîsyona Polîtîkayên Kedê û Polîtîkayên Civakî Berpirsyar Şaziye Kose wê têkildarî kampanyaya mûçeya heqdest ku dane destpêkirin li avahiya partiya xwe ya li Stenbolê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê wê derbarê polîsên di Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî de êrişî meşa Taksîmê kirin de serî li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bide, giliyê wan bikin. Jin dê beriya gilîkirinê daxuyaniyê bidin. (13.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin dê berdewam bikin. (11.00-13.00)   * TJA têkildarî biryara girtinê ya derbarê 50 jinan de ya di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi rê ve dibe de wê li Mêrdîn, Şirnex û Rihayê daxuyaniyê bide. (12.00-14.00)   * Jin Bi Hev Re Bi Hêzin wê binçavkirina jinan a di çarçoveya operasyona navenda wê Enqere de hate birêvebirin wê li ber Navenda Çanda Turkan Saylan daxuyaniyê bidin. (19.00)