Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne 2022-11-30 10:11:14   RIHA - Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce têkildarî êrişên dewleta tirk axivî û wiha got: “Heke êrişî Kobanê bikin dê careke din têk biçin. Dê gelê Kobanê dîsa bi ser keve. Ev êriş dê dawiya Erdogan bîne.”    Tirkiyeyê di şeva 19’ê mijdarê de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Navenda êrişan jî bû Kobanê. Bajarê Kobanê bû cihê yekemîn şikestina DAIŞ’ê ku mîna ewrên reş li ser serê mirovahiyê digeriyan û hemû kurdên cîhanê anîbû ba hev. Tirkiyeyê jî cara ewil Girê Miştenûrê hedef girt ku Arîn Mîrkan çalakiya fedaî lê kiribû. Ruhê fedaî yê ku li Kobanê ya weke Stalîngrada kurdan tê pênasekirin hatiye raberkirin, gav bi gav DAIŞ ji dîrokê tune kir. Hemû mirovahiyê bi heyraniyeke mezin li Kobanê dinihêrt û piştgirî dida û di vê çarçoveyê de 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin. Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce têkildarî girîngiya Kobanê ya ji bo kurdan û cîhanê û wateya êrişên dawî yên li dijî wê tên kirin bo ajansa me nirxand.    GIRÎNGIYA KOBANÊ   Ehmed Xoce, da zanîn ku piştî serhildana li Sûriyeyê di sala 2011’an de veguherî şerê navxweyî, Tirkiyeyê xwe li gorî komên paramîlîter bi cih kir û wiha got: “Ji bo ku li sînorên Mîsak-i Mîllî vegerin amadekariyên xwe kirin. Ji ber ku li dijî hebûna gelê kurd dijminatiyeke dîrokî yê Tirkiyeyê heye. Di sala 2014’an de Tirkiyeyê berê terora DAIŞ’ê da Kobanê û ji kantonên Efrîn û Cizîrê heta tevahiya Rojava xwestin gelek qadan têxin bin serweriya xwe. Piştî ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de êriş birî ser Şengalê, xwest bi dagirkirina Kobanê xîlafeta xwe berfireh bike. Cihekî taybet ê Kobanê ji bo gelê kurd heye. Navenda Kobanê û tevahiya 365 gundên Kobanê welatparêz in. Li Sûriyeyê gelemperiya kesên di nava tevgera azadiyê de cih girtîn, ji Kobanê bûn. Dema Abdullah Ocalan di sala 1979'an de derbasî Sûriyeyê dibe ji ewil tê Kobanê. Li wir bingeheke xurt ê welatparêziyê ava dike. Şehîdên ewil ên wê demê yên weke Şîraz û Dîcle, ji Kobanê derketin lewma jî vê yekê bala dewleta tirk kişand.”    ARMANCÊN TIRKIYEYÊ    Bi domdarî Xoce anî ziman ku DAIŞ’ê êrişa xwe ya di sala 2014’an de bi destê dewleta tirk pêk anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aliyekî taybet ê manewî û erdnîgariyê yê Kobanê heye. Xwestin pêşiya Kobanê bigirin û berxwedana 19’ê Tîrmehê têk bibin. Xwestin piştî Kobanê jî tevahiya Rojava bi dest bixin. Tevahiya cîhanê piştî êrişa ser Kobanê dît ku gelê kurd li dijî faşîzmê li ber xwe dide, heta dawiyê têdikoşe û ji bo azadiya xwe jî heta dilopa xwîna xwe ya dawî jî şer dike. Me ev yek di êrişên sala 2014'an de jî dît. Gelê Kobanê û şervanan li ber xwe dan. Wê demê jî hemû cîhanê 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê ragihand û piştgirî dan. Şervanên enternasyonalîst û ciwanên ji her çar parçeyên Kurdistanê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li Kobanê şer kirin. Vê yekê wateya Kobanê pir kûrtir kir. Erdogan wê demê got; ‘Kobanê ha ket ha dikeve’ lê gotina wî bi cih nehat. Ciwanên ku li ber xwe didan bi ser ketin û gotina wî vala derket.”    GELÊN CÎHANÊ DEYNDAR IN    Di berdewamê de Xoce bi lêv kir ku berxwedana li Kobanê hatiye raberkirin yek ji mînakên lehengiyê ne û wiha pê de çû: “Bi saya vê berxwedanê DAIŞ têk çû û ev têkçûn ne tenê ji bo gelê Kobanê lê ji bo hemû cîhanê bû hêviyek. Hem gelên herêmê û hem jî hemû gelên cîhanê ji ber ku DAIŞ’a tirs û xof li cîhanê belavkirî têk birin, bo ciwanên qehreman deyndar in.”    JINÛVE HAT AVAKIRIN   Xoce, diyar kir ku gelê Kobanê piştî rizgarkirina bajar dest bi avakirina zêdetirî 8 hezar deverên hatine rûxandin kir û ev tişt anî ziman: “Rêveberiya xweser li gel gelên din ên li bajêr bi derfetên xwe ev bajar dîsa ava kir. Gelê Kobanê xwe bi xwe li ser pêyan disekine. Sazî û dezgehên wê hatin avakirin, ji tenduristiyê heta aborî, yekîneyên xizmetê û yekîneyên perwerdeyê, her tişt jinûve ava kir û xwe li ser pêyan girt.”    'RANEGIRTIN’    Têkildarî êrişên dewleta tirk ên di 19’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin jî Xoce wiha got: “Niha jî gefa êrişeke bejahî dixwin. Heta niha bi SÎHA û topan êriş dikirin. Di 20’ê mijdarê de bi 50 balafiran û 20 SÎHA’yan êriş kirin. Êrişî gelek deverên Kobanê û Herêma Federe ya Kurdistanê kirin. DAIŞ di sala 2014’an de li Kobanê hate têkbirin û gotina Erdogan vala derket. Piştî Kobanê xwestin tevahiya Rojava tune bikin. Lê armanca wan hasil nebû. Piştî Kobanê, deverên Reqa, Dêrazor, Tebqa û Cizîrê hatin rizgarkirin. Tirkiyeyê tehemûla vê yekê nekir. AKP’a bi serokatiya Erdogan ev rastî ranegirt. Lewma îro bi heman sedemê êrişî Kobanê dikin. Keleha berxwedanê Kobanê, di sala 2014’an de pêşî li ber dagirkirina Rojava girt û armanc û hedefên Erdogan vala derxist. Lewma jî dîsa bû hedefa êrişan.”    'KOBANÊ JI BO TÊKOŞÎNÊ AMADE YE’   Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce destnîşan kir ku Erdogan dixwaze bikeve Kobanê jî, Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî jî û ev nirxandin kir: “Dixwaze van herêman dîsa girêdayî Tirkiyeyê bike. Lewma hewl dide van herêman vala bike û li şûna gelê kurd jî gelên din bi cih bike. Lê belê amadekariyên Kobanê ne mîna yên berê ne. Kobanê ji bo şerê şoreşgerî tam amade ye û niha tam di parastinê de ye. Gelek tişt tecrûbe kirin. Dema rastî êrişan hat jî dizane bê ka dê xwe çawa biparêze. Ev yek di demên berê de jî nîşan da. Dê careke din bi lehengî rabe û amadeye ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî têbikoşe. Xwedî wê hêz û şiyanê ye ku van êrişan têk bibe.”    ARMANCA HEDEFGIRTINA QADÊN SIVÎLAN   Ehmed Xoce, got ku Tirkiyeyê di êrişa 20’ê mijdarê de bi taybet jî Girê Miştenûrê hedef girtiye û wiha dom kir: “Arîn Mîrkan bi gotina; ‘Hûn nikarin Kobanê derbas bikin. Heta ku hûn ser cenazeyê min re derbas nebin, nikarin ser re derbas bibin’ li Girê Miştenûrê li dijî DAIŞ’ê çalakiya fedaî pêk anî. Ev gir, bi navê wê re bûye yek. Lewma jî ev der hedef girtin. Sedema hedefgirtina gelek deverên lehengiyê jî ev e. Di êrişan de saziyên civaka sivîl, xizmetên civakî, embarên genim, binesazî û saziyên din ên xizmetê ji gel re dikin hedef girtin. Armanca wan ew e ku pêşî li ber xizmeta Rêveberiya Xweser bigirin û gel bitirsînin. Lewma jî zarok, jin û sivîl hedef girtin. Xwestin bajêr vala bikin. Mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, xwestin vê derê jî vala bikin û demografyaya wê biguherînin.”    'DIVÊ KOBANÊ BIBE SEMBOLEKE HÎN MEZINTIR’   Xoce, diyar kir ku divê gelê Kobanê û Rojava li dijî êrişan careke din xwedî baweriyeke mezin be û wiha derbirî: “Çawa ku ji her çar parçeyan gelê kurd piştgirî dabe Kobanê, dê dîsa bide. Dê bi gelê Kobanê re tevbigerin. Heke li dijî Kobanê êrişek çêbibe, divê Kobanê bibe semboleke hîn mezintir. Em baş pê dizanin ku Kobanê cihekî pir girîng e. Ji bo gelê kurd cihekî sembol e. Ji bo nirxên mirovahiyê û azadiyê jî ev bajêr bajarekî girîng e. Em ê destûrê nedin ku tu kes wisa bi hêsanî bikeve Kobanê. Ev bajar piştî êrişên DAIŞ’ê gelek tişt tecrûbe kir. Bi hezaran şehîd bo vî bajarî hatin dayîn. Soz dane wan şehîdan. Dê heta dawiyê jî bo soza wan şehîdan li ber xwe bide. Çawa ku di sala 2014’an de gotinên Erdogan vala derketibin, heke êrişî Kobanê bike dê dîsa têk biçe. Dê careke din gelê Kobanê bi ser keve. Dê ev êriş dawiya Erdogan bi xwe re bîne.”    'DIXWAZIN PROJEYÊN XWE PÊK BÎNIN’   Derheqê bêdengiya hêzên navneteweyî û garantor ên li dijî êrişên ser Kobanê jî Xoce wiha got: “Di şerê Rûsya û Ûkraynayê de Tirkiye carnan li cem Rûsyayê û carnan jî li cem NATO’yê cih digire. Lewma jî Rûsya û Amerîka ji bo berjewendiyên xwe hinek zextê li Rêveberiya Xweser dikin ku li gorî wan tevbigerin. Ji bo vê jî gefên Tirkiyeyê bi kar tînin. Dixwazin projeyên xwe li Rêveberiya Xweser û herêmê pêk bînin. Divê gelên cîhanê çawa ku di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê xwedî li Kobanê derket, divê dîsa li Kobanê û Rojava xwedî derkevin. Destana ku li vir hatiye nivîsandin û berxwedana tê rabekirin, ne tenê ji bo gelê kurd lê ji bo hemû cîhanê ye. Heke Erdogan bi ser keve dê ev serkeftin bibe serkeftina terorê. Di serî de Rojhilata Navîn, ev yek dê ziyanê bigihîne hemû cîhanê. Lewma jî divê kesek rê nede vê yekê. Divê weke sala 2014’an dîsa xwedî li Kobanê derkevin.”    MA / Mujdat Can