Faîlê ku ji 'êrişa zayendî' dihat darizandin beraet kir 2022-11-30 13:51:22   ŞIRNEX - Faîl Ahmet A.., ku li Basayê êrişa zayendî li zaroka 11 salî kirib û dihat darizandin, beraet kir. Faîl li gel vê biryarê spasiyên xwe ji şandeya dadgehê re kir û got: "Baweriya min a li edeleta we bêdawiye.”    Li navçeya Basayê a Şirnexê dikandar Ahmet A., yê 68 salî, di 5'ê tîrmehê de êrişa zayendî li zaroka 11 salî kiribû. Dema ku zarok ji bavê xwe re got, malbatê bi rêya parêzerên xwe giliyê Ahmet A., kir. Li ser gilîkirinê Ahmet A., hatibû binçavkirin. Piştî ku îfadeya faîlê hat girtin, bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê derbarê faîlê de bi îdiaya "îstîsmara cinsî li zarok kiriye" îdîaname amade kir. Îdîaname ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê ve hatibû qebûlkirin.   Îro danîşîne duyemîn dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê, faîl û parezêr malbata zarok li eywana dadgehê de amade bûn. Zaroka 11 salî jî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danîşînê bû.   Danîşîn bi îfadeya zarokê dest pê kir. Di îfadeya xwe de diyar kir ku ew ji Ahmet Acar ne gilîkar e û anî ziman ku bûyer nayê bîra wê. Parêzera zarokê destnîşan kir ku zarok di bin zexta faîlê de ye û daxwaza girtina Ahmet A., kir. Ahmet A., jî di parastina xwe de hemû îddîayên li ser xwe red kir û xwest bê beraetkirin.    Şandeya Dadgehê piştî navberek biryara beratê ji bo Ahmet A., da. Ahmet A., li gel biryara beraatê spasiyên xwe ji şandeyê re kir û got: “Baweriya min a li edeleta we bêdawiye.”