Ji Fîncani re qertên piştevaniyê şandin: Em bi têkoşîna wê ya heqîqetê serbilind in 2022-11-30 13:56:06   ÎZMÎR - Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê ku qertên piştevaniyê ji Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci re şandin, destnîşan kirin ku girtina Fîncanci dij hiqûqî û keyfî ye û wiha gotin: “Em bi têkoşîna wê ya heqîqetê ku dimeşîne serbilind in.”   Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê yên Îzmîrê ji Seroka Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci ya ji ber axaftina xwe ya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hate girtin re qertên piştevaniyê şandin. Saziyên kul i ber Şaxa PTT’ê ya Pasaport a li navçeya Konakê kom bûn, beriya şandina qertan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji mirova zanîst, bijîşka baş û parazvana mafên mirovan Şebnem Korûr Fîncanci re azadî” hate vekirin û dirûşmeyên “Şebnem Korûr Fîncanci ne bi tenê ye” , “Tu dê qet tenê nemeşî” û “Şebnem Korûr Fîncanci rûmeta me ye” hatin berzkirin.    Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Nehîr Bîlece ya li ser navê saziyên metnê daxuyaniyê xwend, da zanîn ku Fîncanci 36 roj in bi awayekî dijhiqûqî û keyfî girtî ye.    BERTEKA NAVNETEWΠ   Bîlece, bi lêv kir ku ne tenê ji Tirkiyeyê ji qada navnetewî jî gelek bertek hatin nîşandan û wiha got: “Naveroka îdianameyê vala ye. Ev rewş jî dide nîşandan ku rewşeke çawa keyfî heye. Divê îdianame demlidest bê îadekirin û biryara beraetê bê dayîn û rêzdar Şebnem Korûr Fîncanci demildest were berdan. Em îro ji bo Şebnem Xoceyê qertên piştgirî û piştevaniyê bişînin hatin vir. Em careke din qîr dikin ku ew ne bi tenê ye û em bi têkoşîna wê ya heqîqetê ku dimeşîne serbilind in.”