Cenazeyê Acar piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin 2022-11-30 14:24:04   COLEMÊRG - Cenazeyê endamê HPG'ê Ferhat Acar ku di 29'ê Hezîranê de di şerekî li herêma Cîlo ya di navbera navçeya Gever û Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin.    Cenazeyê endamê HPG'ê Ferhat Acar (Çekdar Gabar) ku di 29'ê Hezîranê de di şerekî li herêma Cîlo ya di navbera navçeya Gever û Colemêrgê de bi endamên YJA-STAR'ê Hatîce Dînç (Arjîn Çinar), Şehrîstan Yilmaz (Avent Şikefta) re jiyana xwe ji dest dabû, piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin. Piştî ku mînakên xwînê yên malbatê ji bo DNA'yê dabûn ji hev girtin, Serdozgeriya Komarê ya Geverê destûr da ku malbat cenazeyê xwe wergire. Malbatê cenazeyê lawê xwe di bin dorpêça polîsan de ji goristana bêkesan a Colemêrgê wergirt. Malbat ji bo cenazeyê lawê xwe defin bike ber bi navçeya Cizîr a Şirnexê ve bi rê ket.