Ji bo Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê pêşniyar qanûnek hate pêşkeşkirin 2022-11-30 15:51:28     ENQERE - HDP’ê, ji bo navê Stadyûma Diyarbakirê weke Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê were guhertin pêşniyar qanûnek pêşkeşî Meclisê kir.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ji bo navê Stadyûma Diyarbakirê weke Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê were guhertin pêşniyar qanûnek pêşkeşî Meclisê kir.     TAHÎR ELÇÎ: EM XWEDÎ LI MÎRATEYA XWE DERKEVIN   Gergerlîoglû, gotinên Elçî yên “Civakên ku li dîroka xwe, li nirxên dîrokî û mîrateya xwe xwedî dernekevin, nikarin siberojeke rast û ewle ava bikin. Ji bo vê jî em dibêjin werin em dîrok, nirx, mîrateya xwe ya dîrokî û çandî biparêzin” ku di daxuyaniyekê de anîbûn ziman bi bîr xistin.    Gergerlîoglû di pêşniyar qanûnê de wiha got:  “Navlêkirina stadyuma bajêr a birêz Tahîr Elçî ku mirovekî ewqas evîndarê bajar, çand û gelê xwe ye dê di wijdana gel de cihê xwe bibîne. Ji ber vê yekê wê navê Stadyûma Diyarbakirê ya weke Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê dê di cih de be.”