18 jinên hatin binçavkirin anîn Enqereyê 2022-11-30 20:52:11   ENQERE - 18 jinên ku di çarçoveya lêpirsîna der barê TJA'yê de li 6 bajaran hatibûn binçavkirin, sewqî Midûriyeta Polîsan a Enqereyê hatin kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna der barê Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Amed, Stenbol, Îzmîr, Mûş, Agirî, Dîlok û Sêrtê 18 jin hatibûn binçavkirin. Jinên hatin binçavkirin bi otobêsê anîn Enqereyê. Jinên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê ne hevdîtin bi parêzerên xwe re kirin.    Ji ber ku li ser dosyeyê biryara veşarî heye der barê lêpirsînê de agahî bi dest parêzeran neketin.    Jinên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê di binçavan de ev in:    "Amed: Figen Ektî, Mekiye Ormanci, Didar Çeşme, Zekiye Guler, Bedîa Akkaya, Fîgen Aras, Sûltan Esen, Hatîce Gungor, Meral Şîmşek, Zeynep Boga.   Stenbol: Pinar Ceylan, Yelîz Ayyildiz Kiyak, Hulya Kinagû   Îzmîr: D.A   Mûş: Merve Tekîn Demîrel    Agirî: Hazal Aras   Dîlok: Aysel Ceylan   Sêrt: Berîtan Canyaş"