'Li Îmraliyê ji dêvla serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan tê pêkanîn' 2022-12-01 09:09:09   RIHA - Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin serî li gelek baroyan da. OHD, di serlêdana xwe de xwest ku baroyên li Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê tevbigerin.    Hevserokê OHD'ê ya Şaxa Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke ku di vê çarçoveyê de serî li Baroya Rihayê da destnîşan kir ku kesên xwe disipêrin neçareseriyê tecrîdê kûr dikin û wiha got: "Birêz Abdullah Ocalan, rêberê gelê kurd e. Di warê siyasî de xwedî roleke girîng e. Peyamên wî û pêşniyarên wî girîng in. Lewma çi hikûmet çi jî derdorên li dijî çareseriyê birêz Ocalan wekî talûkeyekê dibînin. Axaftina birêz Ocalan an jî fikirên wî ji bo kesên çareseriyê naxwazin wekî talûke tên dîtin û lewma tê tecrîdkirin."    ‘JI BO BIDAWÎBÛNA BÊHIQÛQÎTIYÊ ME SERLÊDAN KIR'   Oyke anî ziman ku hêviya wan a ji baroyan jî ew e ku astengiyên li pêşiya pîşeywa wan bên rakirin û wiha got: "Em parêzer nikarin hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin. Me xwest baro jî di vî warî de piştgiriya me bikin. Berpirsiyariya baroyan jî heye ji bo çareserkirina vê meseleyê. Ji lew re rêxsitian me ya pîşeyî ye û rasterast muxatabê pirsgirêkên me yên pîşeyî ye. Baro di warê hiqûqî de divê serî li rêveberiya girtîgehê, Serodgzeriya Bûrsayê, TTB'ê û Wezareta Dadê bide. Me jî ji bo rakirian vê bêhiqûqîtiyê serî li baroyê da ku di vî warî de tevbigere."    Oyke destnîşan kir ku li Girtîgeha Îmraliyê ji dêvla serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan tê pêkanîn û wiha got: "Qanûn ji bo her kesî eynê ne û divê ji bo her kesî bên pêkanîn. Di qanûnan de divê yekîtiya pêkanînê hebe. Em ê daxwazên xwe yên di warê hiqûqî de bînin zimên. Em bang li baroyan, saziyên hiqûqî û rêxistinên demokratîk dikin. Daxwazên me rewa û qanûnî ne. Em dixwazin piştgiriya van daxwazên me bikin û ji bo xurtkirina wan tevbigerin."    MA / Omer Akin