Înfaza Kurt a li Sîncanê tê ragirtin hate şewitandin 2022-12-01 12:57:44   ENQERE – Înfaza Rozerîn Kurt a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, bi hinceta cezayê “disiplînê” hate şewitandin.    Girtiya bi navê Rozerîn Kurt ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, cezayê wê xelas bû lê înfaza wê hat şewitandin û nayê berdan. Kurt, di sala 2016’an de hatibû girtin û 8 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Kurt, cezayê xwe qedand û diviyabû di 28'ê mijdarê de bihata berdan. Lê belê bi hinceta "Cezayê disiplînê", înfaza wê hat şewitandin û nehat berdan.     Têkildarî şewitandina înfaza Kurd Dadgeha Înfazê ev daxuyanî da: "... ji ber ku cezayê disiplînê yê Kurt neqediyaye, Desteya Çavdêrî û Îdareyê ji bo berdana wê ya di 28’ê mijdarê de civiyaye. Desteyê biryar da ku nirxandina rewşa Kurt di 1'ê adara 20123'yan de guncavtir e."