Rojnamevan Zubeyde Sari hat beraetkirin 2022-12-01 13:12:01   STENBOL - Rojnamevan Zubeyde Sari a bi îdiaya “xelkê tahrîkî dijminatiyê û kînê kiriye” dihat darizandin, hat beratkirin.    Rojnamevan Zubeyde Sari bi hêcetên parvekirinên derbarê Qetlaîma Dêrsimê û şerê li Kobanê de kiribû û bi îdiaya “li dijî destûra bingehîn tevgeriyaye” doz lê hatibû vekirin. Sari a bi tawanbariya “xelkê tahrîkî dijminatiyê û kînê kiriye” dihat darizandin, danişîna çaremîn a doza wê li 24’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoya Stenbolê pêk hat. Sari beşdarî danişînê nebû û parêzerên wê amade bûn. Heyeta dadgehê derbarê dozê de bi hêceta ku tiştên parve kiriye nabin sûc biryara beraetê da.