Xizmên girtiyan: Ocalan dikare hemû pirsgirêkan çareser bike 2022-12-01 15:04:07   ÎZMÎR - Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê de yek ji xizmên girtiyan Medîne Kaymaz anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikare tevahiya pirgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike û wiha got: “Divê di zûtirin demê de bi Ocalan re hevdîtin were kirin.”    Malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin û rakirina tecrîda li ser girtîgehan, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 145’an de li pêşiya Baroya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Bibin dengê zindanan” û “Bo girtiyên nexweş azadî” li xwe kiribûn. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Menemenê jî piştgirî dan malbatan.   'AŞTÎ DI DESTÊ OCALAN DE YE’    Dayika girtiyê bi navê Bayram Kaymaz ku li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin, Medîne Kaymaz di çalakiyê de axivî û got ku heta bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin neyên kirin, pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser nabin. Kaymaz, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Nobeta me dikeve meha 10’an. Daxwaza me ew e ku înfazên zarokên me neyên şewitandin û girtiyên nexweş bên berdan. Piştî 30 salan poşmantiyê li girtiyan ferz dikin. Em vê sepanê qebûl nakin. Heta ku bi Ocalan re hevdîtin neyên kirin, pirsgirêk çareser nabin. Aştî di destê wî de ye. Êdî bes e.”    'BERXWEDAN JIYAN E’    Bi domdarî Kaymaz bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev zêdetirî 20 meh in tu agahî jê nayên girtin. Tu baweriya me bi vê dewletê nîne. Lewma jî em ê dev ji têkoşînê bernedin. Heta çekên kîmyewî, her cureyên zilmê dikin. Heta ku bi Ocalan re hevdîtin tên kirin, heta ku zextên heyî bi dawî dibin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Bi sedan mirovên me piştgiriyê didin me. Berxwedan jiyan e, em têkoşînê mezin dikin.”