Manap ku 30 sal bûn di girtîgehê de dema ji girtîgehê derketî hate binçavkirin 2022-12-01 15:36:40   KOCELÎ - Şadiye Manap ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dihat ragirtin û 30 sal bûn di girtîgehê de bû, di saetên serê sibehê de hate berdan lê demekî kin piştre bi hinceta lêpirsînekê hate binçavkirin.    Şadiye Manap ku di sala 1992’yan de li Rihayê hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê hat darizandin, cezayê muebbetê lê hat birîn. Manap ku dema hatibû girtin 24 salî bû, li gorî rêzê li girtîgehên Riha, Mîdyat û herî dawî jî Girtîgeha Jinan a Gebzayê hat ragirtin. Di dema girtîgehê de gelek caran hate îşkencekirin û piştî 30 salan îro di danê sibehê de hate berdan.    Manap, piştî ku kar û barên tehliyekirinê ji girtîgehê derket lê belê bi hinceta lêpirsîneke di sala 2020’an de derheqê wê de hatiye vekirin, ji hêla Midûriyeta Emniyetê ya Kocaeliyê ve hate binçavkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de beriya niha îfadeyê wê hatibû girtin. Hat zanîn ku Manap hêj niha jî li Midûriyeta Emniyetê ya Kocaeliyê tê ragirtin û nahêlin parêzerên wê biçin serdanê.