Ji Fîncanci name: Min weke pispora tipa edlî nirxandin kir 2022-12-01 16:20:35     ENQERE - Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci nameyek şand û têkildarî axaftinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ku weke sedema girtina wê hatibûn nîşandan wiha got: “Min weke pispora tipa edlî nirxandin kir. Min qala lêkolînên ji bo xwe gihandina encamê û peymanên navneteweyî û rêbera wê bi bîr xist.”    Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci, têkildarî pêvajoya ber bi girtina wê ve nameyek şand û li ser hesaba wê ya Twîtterê hate parvekirin.    Di nameya xwe de Fîncanci wiha qala pêvajoya girtina xwe kir: “Ez baş di ferqê de me ku gotinên min ên di dema weşana zindî de ku weke sedema girtina min hatine nîşandan û dixwazim hûrgiliyên wê piştre bi we re parve bikim, rê li ber fêmkirinên xelet vekir. Ez di ferqa vê rastiyê de me. Di weşana ku ez tevlibûm de min weke pispora tipa edlî derheqê dîmenên ku berê temaşe kiribûn de pêşnirxandin kirin. Ji bo ku encamek ji îdiayên heyî derkevin, min lêkolînên pêş û peymanên navneteweyî û rêber bi bîr xist. Di vê çarçoveyê de li dijî rêxistina me ya pîşeyî kampanyaya reşkirinê hat destpêkirin û veguherîn êrişan. Bila gumana kesekî jê nebe ku hem ez û hem jî Konseya Navendî dê ji bo xurtkirina têkoşîna me gavên pêwîst biavêje. Divê hûn bizanin ku piştevaniya ku we di dema pêvajoya girtinê û di dema girtinê daye, li pişt van çar dîwaran jî tê hîskirin. Bi hêviya ku di demekî herî kin de em hev hembêz bikin.”