Partî û saziyên kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bi girseyî bimeşin 2022-12-01 16:24:33   AMED -  KCD, TJA, DBP, HDP, MED TUHAD-FED, OHD û Dayikên Aştiyê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan de daxuyanî dan û dan zanîn ku dê di 11’e kanûnê de li Amedê û di 12’e kanûnê de jî li Wanê bi girseyî çalakiya meşê li darbixin.   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Dayîkên Aştiyê li Amedê têkildarî tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan civîneke awarte li dar xist. Têkildarî encamên civînê de li Navenda Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê daxuyanî hat dayîn.   Di daxuyaniyê de ewilî Dayika Aştiyê Kûdret Eryilmaz axivî. Eryilmaz, anî ziman ku bi salan e ji ber şer êş dikişînin û wiha got: “Kezeba me dayikan şewitiyê, edî em naxwazin ji ber şer û zindanan kezeba me bişewite. Em bang li hemû dayikan dikin ku hemû dayik li dijî vî şerê qirêj derkevin. Ji bo deriyê zindanan vebê dilê tu dayikan neşewite û li dijî tecrîdê derkevin. Tecrîd ne tenê li ser girtiyan tê meşandin li ser me hemûyan tecrîd heye. Tecrîd bandorê li ser rabûn û rûniştina me jî dike. Em vê tecrîde qebûl nakin. Em dixwazin ew tecrîd demildest bê rakirin. Divê hemû kes li dijî şer û tecrîde derkeve. Em naxwazin cenazeyên xwe ji zindanan derxînin, em aştiyê dixwazin. Edî bes e ji vî şerê qirêj re.”   ‘PEWÎSTE PIR ZELAL WERE VEGOTIN’   Dû re Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz, jî bal kişand ser daxuyaniya ku Bûroya Hiqûqê ya Asrinê beriya du roj berê weşand û wiha got: “Bi vê daxuyaniyê re diyar kirin ku CPT li Girtîgeha Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neaniye. Girtîgeha Îmraliyê di bin kontrola CPT’yê de ye. Her wiha CPT'yê piştî 20'ê îlonê hevdîtin pêk anî tu daxuyanî nedan û ji raya giştî re parve nekir, cidîyeta meselê nîşan dide. Di xalên ku dudilî û fikaran kûr dike de, pêwîst e ev yek pir zelal were vegotin.”   ‘JI 99’AN VIR VE TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ KÛR DIBE’   Aydenîz, daxuyand ku ev 20 meh in bi Abdullah Ocalan re tu têkilî nehatine danîn û wiha domand: “Ev 20 meh in bi Birêz Abdullah Ocalan re tu têkilî û hevdîtin çênebûye. Ev pergala tecrîdê tenê bi 20 mehan re sînordar namîne. Di rastiyê de ji 99’an vir ve pergala Îmraliyê pergala îşkence û tecrîdê ye. Ev 24 sal in li Îmraliyê pergala tecrîd û îşkenceyê berdewam dike û ev yek veguheriye polîtîkayeke kûr, tunekirin û domandinê. Zêdekirin, mutlaqkirin û berdewamkirina vê pergala tecrîdê ya roj bi roj bi rastî jî nîşaneya vê yekê ye ku ev hikûmet û dewlet bi tecrîda li ser Îmraliyê çawa nêzî kurdan, gelê kurd û jinan dibin e. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê kûrtir û mutleq dibe, ev şer weke komkujî, mirin, operasyonên siyasî yên li derveyî sînor û hundirê sînor ên li dijî gelê kurd didome.”   ‘HEM CPT HEM JÎ DEWLET BÊCIDÎ YE’   Di berdewama axaftina xwe de Aydenîz, bi lêv kir ku divê tecrîda li Îmraliyê ku îro li hemû qadên civakê dewam dike, bi lez bê rakirin û wiha pê dê çû: “Pêwîste Birêz Abdûllah Ocalan demildest bigihije azadiya xwe. Dîsa divê hevdîtina CPT ya 20’ê Îlonê demildest bê eşkerekirin. Ger birêz Ocalan hevdîtina CPT qebûl nekiribe û redkiribe, ev yek nîşaneya giraniya bûyerê ye. Ji ber ku Birêz Ocalan saziyek wek CPT red kiriye, di hevpeyvîna telefonê ya bi birayê xwe re jî dewletê vexwendibû cidîbûnê. Nêzîkatiya hem CPT û hem jî ya dewletê bêcidî ye. Tecrîda ku dewlet li ser Birêz Ocalan dimeşîne, bêcidîyet e. Tehamûla gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî ya gelê kurd ji vê hovîtiyê re nemaye. Em dibêjin ji bo pirsgirêkên civakê yên der barê vê rewşê de divê di zûtirîn demî de hevdîtin bên kirin. Ji ber ku paralela vê tecrîdê, rastiya şer jî kûr dibe. Li gel vê tecrîdê, li girtîgehan û li her derê ji bo emrê xwe dirêj bike polîtîkayên şer û mirinê vediguherîne polîtîkayên rêveberiyê. Nêzîkatiya li dijî Îmraliyê, nêzîkatiya hem berpirsyariya hiqûqî, hem jî siyasî û civakî ye. Lewma nêzîkatiya me ya li Îmraliyê rewşeke ku ji hiqûq û siyasetê û ji wijdanê wêdetir e. Ji ber vê yekê nêzîkatiya bi Birêz Ocalan re nêzîkatiya li siyaset, hiqûq û hemû beşên civakî ye.”   ‘BI MILYONAN KES BIRÊZ OCALAN WEKE RÊBER PENASE DIKE’   Aydenîz, destnîşan kir ku bi mîlyonan kes Ocalan weke rêberê xwe pênase dikin û got: “Birêz Ocalan kesayetek e ku bi milyonan kes wî weke rêber pênase dikin û ji bo azadiya wî çalakiyan li dar dixin. Birêz Abdullah Ocalan di hemû fikr û ramanên xwe de her tim daxwaza aştiyê kiriye. Di roja me ya îro de yek ji aliyê israra pirsgirêka kurd a di xitimandinê de tecrîd e. Çareseriya mutleq a pirsgirêka kurd û yekane muxatabê wê Birêz Abdullah Ocalan e. Em careke din diyar dikin ku Birêz Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, demokratîkbûna Rojhilata Navîn û avakirina azadiyê pêwîst e. Em dibêjin ku divê di her firsendê de azadiya fîzîkî pêk were.”   ‘SERLEDANÊN ME DÊ BERDEWAM BIKIN’   Aydenîz, diyar kir ku serledanên wan dê di demên pêş de jî berdewam bikin û wiha got: “Pêşniyarên Birêz Ocalan ên ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan zelal û aşkere ne. Me pêvajoya 2012-2015’an bi hev re jiya. Weke kesên bawer dikin me daxwaza hevdîtinê ya bi Birêz Ocalan re kir. Beriya niha wekî Hevserokên Giştî yên HDP'ê û heyetekê serlêdan kiribû. Duh jî tevî min 3 wekîlan daxwaza hevdîtinê kirin. Em di wê baweriyê de ne ku ger bi Birêz Ocalan re diyalog û muzakere bê kirin dê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Hem ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û hem jî ji bo van krîzên piralî pêşniyara çareseriyê ya Birêz Ocalan heye. Em bi vê bawer in û ji ber ku em bi vê bawer in, me serlêdanek wiha kiriye û ez diyar dikim ku divê di zûtirîn demê de bersiva van serlêdanan bê dayîn. Em diyar dikin ku me tu carî ev yek qebûl nekiriye, cezayên dîsîplînê yên di heyama dawî de di heman demê de ji bo tecrîdê jî perdeya qanûnî ye. Nêzîkatiya raya giştî ya li hemberî Birêz Ocalan di 8'ê Adarê de, di pîrozbahiya Newrozê de bi awayekî gelekî zelal hate vegotin. Em dixwazin bi awayekî zelal bidin zanîn ku heta Birêz Ocalan azad nebe gel û jin azad nabin, demokrasî nayê Tirkiye û Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê em weke kesên bawer dikin serlêdan kir û dê serlêdanên me berdewam bikin. Em ji vir careke din ji her kesî re bangawazî dikin ku li hemberî vê rewşê hestiyar bin.”   ‘TECRÎD LI DIJÎ VÎNA GELÊ KURD E’   Pişt re jî Berdan Ozturk axivî. Ozturk destnîşan kir ku şerê li Kurdistanê tê meşandin jî giredayî tecrîda li ser Ocalan e û wiha axivî: “Dema mijar dibe kurd, diçin destên kesên ku jê re digotin darbekar jî. Ji Sîsî re digotin darbekar destê wî girtin, niha jî ji bo statûya kurdan hilweşînin destê Esadê ku jê re digotin kujêr digirin. Ev hemû jî giredayî tecrîda li ser Birêz Abdûllah Ocalan e. Tecrîda ku li Girtîgeha Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin belavî hemû girtîgehan bûye. Tecrîd, li ser gelê kurd û vîna gelê kurd tê meşandin. Gelê kurd li dijî vê yekê li çar aliyên Kurdistanê û hemû cihanê tedikoşin.”   LI DIJÎ TECRÎDE ÇALAKIYA MEŞE YA GIRSEYÎ   Ozturk bal kişand ser derneketina hevdîtina Ocalan a CPT'yê û bertek nîşanî helwesta CPT'yê da. Ozturk da zanîn ku ew dê li dijî tecrîdê di 11’ê kanûnê de li Amedê, di 12’ê kanûnê de jî li Wanê bi girseyî çalakiya meşê li dar bixin û tekildarî mijarê ev tişt gotin: “Em vê helwesta CPT'yê qebûl nakin. Li girtîgeha Îmraliyê îşkence heye. Nêzikatiya CPT nêzikatiyeke êrzan e, bi vê nêzikatiya xwe CPT nîşan dide ku ew jî hevkarê AKP'ê û MHP'ê ne. Dibêjin em mafê mirovan diparêzin lê yên herî faşîşt û bê wijdan re dikevin hevkariyê. Ne em ne jî gelê kurd vê nêzikatiya erzan qebûl nake. Divê hemû kesen ku jixwe re dibêjin em hiqûq û edaletê diparêzin li dijî vê nêzikatiya CPT'yê rabin. Li dijî tecrîd, şer û binpêkirinên mafan ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê tê jiyîn em dê di 11’ê kanûnê de li Amedê, di 12’ê kanûnê de jî li Wanê bi girseyî çalakiya meşê li dar bixin. Edî sebra gelê kurd nemaye, ji ber wê banga me li hemû kesan ew ê ku piştgiriyê bidin vê çalakiyê.”   Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.