Têla direhî xistin ber paceyên Girtîgeha Dumluyê 2022-12-01 16:29:23   ENQERE – Rêveberiya Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê têlên direhî xistin ber paceyên qawîşan. Hat ragihandin ku talûke li ser ewlehiya canê girtiyan heye.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Tayîp Temel binpêkirinên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê xist rojeva Meclisê. Temel, bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Bekir Bozdag bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê. Di pêşnûmepirsê de Temel da zanîn ku li girtîgeha navborî binpêkirinên giran tên kirin û got ku girtî ji ber nexweşiyan û sedemên cuda jiyana xwe ji dest didin.    ‘TÊLÊN DIREHÎ XISTIN PACEYÊN QAWÎŞAN’    Di pêşnûmepirsê de Temel cih da nameyeke ji hêla girtiyekê li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê û wiha got: “Di nameya girtî de tê fêmkirin ku binpêkirineke nû li binpêkirinên heyî hatiye zêdekirin. Li gel ku li ber paceyên qawîşan şifşeyên hesin hene jî, di 3’yê mijdara 2022’yan de têlên direhî lê hatine zêdekirin.”   AGAHIYA WEZARETÊ JÊ HEYE!    Temel, bi domdarî destnîşan kir ku têkildarî mijarê li ser telefonê bi midûrê 2’yemîn ê girtîgehê re hevdîtin kiriye û wiha cih da wê hevdîtinê: “Di hevdîtinê de ji min re hat gotin ku di çarçoveya projeya girtîgehên bi ewlekariya bilin de û li ser agahiya wezareta dadê têlên direhî bi paceyên qawîşan ve hatine kirin. Ev sepana behsa xeberê li dijî armanca hiqûqa înfazê ye, sepaneke li dijî mirovahiyê ye û sepana tecrîdê ye. Divê wezareta we di zûtirin demê de dawî li vê sepanê bîne. Her wiha derheqê girtiyên ku li dijî vê sepanê derketin jî girtek hatine girtin. Di girtekan de tê îdiakirin ku girtiyan dirûşmên weke ‘Bimre TC, bimre hikûmet, azadî bo Demîrtaş’ berz kirine. Lê girtî dibêjin ku tu dirûşmên wiha nehatine berzkirin. Girtî dibêjin ku ji ber van girtekan, xetere li ser ewlehiya canê wan heye.”    Temel, xwest Bozdag bersiva van pirsan bide:    * Sedema pêvekirina têlên direhî bi paceyên qawîşên Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê ku li ser agahiya we hatiye kirin çi ye?    *Di xala 5’emîn a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, di xala 7’an a Peymana Mafên Şexsî û Siyasî ya Navneteweyî de tê gotin ku divê îşkence û muameleya zalimane û li dijî mirovahiyê li kesekî neyê kirin. Her wiha Neteweyên Yekbûyî jî di belgeyên xwe de bi vekirî vegotiye bê ka divê çawa nêzî girtiyan bibin. Gelo ma ev sepana li dijî mirovahiyê û biçûkxistinê ne li dijî peymana navneteweyî ye ku hûn jî aliyekê wê ne?    * Heta niha li çend girtîgehên bi ewlekariya bilind ên Tirkiyeyê ev sepana tecrîdê ya pêvekirina têlên direhî ketiye meriyetê?    * Di girtekên derheqê girtiyên li dijî vê sepanê derketin de tê îdiakirin ku girtiyan hinek dirûşm berz kirine lê girtî van îdiayan red dikin. Gelo di vê mijarê de di destê we de tu agahî hene? Di çarçoveya lêkolînkirina vê îdiayê de hûn dê derheqê peywirdarên ku ev girtek amade kirine de lêpirsînê bidin destpêkirin an na?    * Ji ber girtekên xelet hatine amadekirin, xetereya mirinê li ser jiyana girtiyan heye. Gelo ji bo parastina van girtiyan hûn dê çi tevdîran bigirin?