Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn 2022-12-01 16:48:11   KONYA - Li dijî binpêkirinên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê girtiyan di 16’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. 3 girtiyên din jî tev li çalakiyê bûn.    Bi mebesta protestokirina şert û mercên tecrîdê û binpêkirinan, girtiyan di 4’ê cotmehê de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê dest çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Di 16’ê mijdarê de jî girtiyan çalakiya xwe veguherandibûn greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Çalakiya girtiyan hêj didome û 3 girtiyên din jî tev li çalakiyê bûn. Girtiyên bi navên Îbrahîm Sutçu, Mehmet Işiktaş û Dilhas Kiliçoglû li ser telefonê ji malbatên xwe re gotin ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bûne.    DI HUCREYÊN YEKKESÎ DE TÊN RAGIRTIN    Ji girtiyan Mehmet Işiktaş di hevdîtina li ser telefonê de ev agahî dan malbata xwe: “Binpêkirin û tecrîda li vê derê hêj girantir bûn. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li dijî wê hatiye destpêkirin jî didome. Îro ez û hevalên min ên bi navên Dilhas Kiliçoglû û Îbrahîm Sutçu jî tev li grevê bûn. Rêveberiya girtîgehê bi tu awayî bersivê nade daxwazên me. Em tevek jî hêjta di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Hinek girtiyên nexweş û yên nexweşiya wan giran hene. Hinek hevalên me yên ku destên wan tune hene. Ew heval nikarin bi tena serê xwe di hucreyên yekkesî de pêdiviyên xwe bi cih bînin. Dema hewadariyê pir kin e. Em nikarin bêhnê bistînin. Xwarinên me ewqas xerab in ku nayên xwarin. Em nikarin pereyê xwe jî xerc bikin. Ji bo tiştên em ji kantînê dikirin jî sînor danîne. Dibêjin; ‘ev xwarin ên gardiyan in, hûn nikarin bistînin.’”    ZEXTA DERÛNIYÊ TÊ KIRIN    Bi domdarî Işiktaş got ku gardiyan zexta derûniyê li girtiyan dikin û wiha bi dawî kir: “Me li dijî wê tecrîdê ku wan bi xwe xistiye meriyetê dest bi greva birçîbûnê kiriye lê ji me re dibêjin; ‘heke hûn xwe birçî bihêlin ma em çi bikin.’ Nahêlin em silavê jî bidin hev. Hewl didin me bi tevahî îzole bikin û îradeya me têk bibin. Her roj kesên ji girtîgehên cuda hatine sirgûnkirin tînin vê derê û em nikarin navên wan teyît bikin.”