Ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Êlihê dan 2022-12-01 16:51:10   ÊLIH - Parêzerên endamên Şaxa OHD’a Êlihê ji bo qedexeya hevdîtinê ya bi muwekîlê wan Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re bê rakirin, bikevin nava hewldanan serî li Baroya Êlihê da.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Êlihê têkildarî astengkirina hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 20 meh in agahî jê nayên girtin û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin re, serî li Baroya Êlihê dan. OHD’ê têkildarî serlêdanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.    OHD’ê diyar kir ku tecrîda dijhiqûqî ku li Îmraliyê tê sepandin di heman demê de tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd û wiha got: “Weke parêzerên OHD’î ji bo ev tecrîd kûrtir nebe û zêdetir bandorê li civakê neke em heta îro ketin nav hihek hewldanan.”   ‘BERSIV NEDAN SERLÊDANA ME’    OHD’ê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di gulana sala 2021’an de li dijî tecrîdê bi pêşengtiya me kampanya hat destpêkirin û bi îmzeya 768 hempîşeyên xwe, me daxuyanî da. Demekî kin berê jî me tevî saziyên weke ÇHD, ÎHD, CÎSST, TÎHV û TOHAV’ê, ji bo bidawîkirina tecrîdê serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) da. Her wiha hevserokên me yên giştî jî hem ji bo axaftina tecrîdê û hem jî ji bo hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê, serî li Wezareta Dadê dan. Li ser hewldanên me, rêxistinên hiqûqê yên herî mezin ên Ewropayê ELDH, AED û Lawyers for Lawyersê jî ji bo li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê û biçin serdana Îmraliyê, di 5’ê nîsana 2022’yan de serî li CPT’yê dan. Herî dawî jî me bi tevlibûna 775 parêzaran li dijî astengkirina hevdîtina parêzeran a di 10’ê hezîrana 2022’yan de,  di navbera 10-17’ê hezîranê de serî li Wezareta Dadê da. Li gel ku bi ser re 5 meh derbas bûne jî hêj bersiv nehatiye dayîn.   DIVÊ BARO BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ   Dê li dijî tecrîda ser birêz Ocalan û sê girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, têkoşîna me ya hiqûqî bidome. Di vê çarçoveyê de ji bo ku peywirên baroyan ên di vê mijarê de bi bîra wan bînin, me serlêdan bo wan kirin. Banga me ji bo Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û hemû baroyan ew e ku berpirsyariyên xwe pêk bînin û bikevin nava liv û tevgerê.”