Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan 2022-12-01 17:07:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kesên tev li meşa li Qamişloyê hate lidarxistin bûn, piştgirî dan şermezarkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a CPT’yê û daxwaza azadiya Ocalan kirin.    Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê ji bo piştgiriya helwesta Rêber Abdullah Ocalan a redkirina hevdîtina bi Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re meşek li dar xist. Bi sedan kurd, ereb û suryan û endamên TEV-DEM, Tevgera Ciwanên Şoreşer, PYD, Kongreya Star, hiqûqnas û Yekitiya Jinên Ciwan tev li meşê bûn. Girseyê di meşa ji xaçerêya Şerq a li rojhilatê bajarê Qamişlo dest pê kir de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hilgirtin û heta ber deriyê Şaredariya Gel a Qamişloyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.   BERXWEDANA GEL HATE SILAVKIRIN   Piştî deqîqeyekê rêzgirtinê, endamê Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî. Kenan Berekat berxwedana gel a li dijî êrişên dewleta tirk silav kir û got: “Gelê beşdarî vê meşa piştgiriyê bûye, li hemberî êriş û sûcên dewleta tirk a dagirker li ber xwe dide û bi îrade û israreke xurt bi xaka xwe ve girêdayî ye. Ev gel careke din xwedîderketina xwe li Rêber Ocalan û berxwedana wî ya li girtîgeha Îmraliyê nîşan dide.”   DAXWAZA AZADIYA OCALAN   Berekat bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Tecrîd heta roja me ya îro berdewam dike, lê gelê me têkoşîna xwe ya li ser esasê fikrên Rêber Ocalan didomîne û hêz û îradeya xwe ji hêzên xwe yên leşkerî û berxwedana Rêber Ocalan digire. Ev yek îsbat dike ku gel bi fikrê rêbertiya xwe ve girêdayî ye.”   Kenan Berekat di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku ji bo mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Ocalan têkoşînê xurt bikin û li derdora Ocalan kom bibin.   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Berxwedan jiyan e” , “Serkeftin ya me ye” û tîlîliyên dayikan bi dawî bû.