Demîrtaş: Ocalan bi mîsyona xwe dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike 2022-12-01 18:04:58   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku di Doza Kobanê de axivî, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedî hêz û mîsyoneke ku dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike û wiha got: "Em jî li parlementoyê aktorê çareseriyê ne."    Danişîna 19’emîn a Doza Kobanê di roja 7’emîn de li Eywana Danişînê ya Girtîgeha Sîncana Enqereyê tê lidarxistin. Gelek parêzer tev li danişînê bûn. Siyasetmedarên girtî di danişînê de axivîn. Piştî navbera nîvroyê, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû bal kişand ser binpêkirin û nelirêtiyên di danişînê de û got ku ev nelirêtî û binpêkirin di ser hezarî re ne.    Demîrtaş ji bo biryara DMME'yê ya teblîxî wî hatiye kirin jî diyar kir ku biryara teblîxî wî hatiye kirin bi fransî ye û nehatiye wergerandin û wiha got: "Dozger xwe spartiye çi ku dibêje ev biryar wan eleqedar nake? Dozger dibêje, 'biryara DMME'yê pêk hatiye.' Lê nehatiye wergerandin. Ne pêkan e ku hûn bi vî awayî biryarê pêk bînin."    Demîrtaş ku  di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan xwestiye pê re hevdîtinê bike û wiha got: "Bila ne li bendê bin ku em ê paş de gav bavêjin û teslîm bibin. Ji min re gotin, tu derbasî şûna Ocalan bibe. Lê min ev pêşniyaz red kir. Em em in, Ocalan Ocalan e. Ocalan xwedî hêz û mîsyoneke ku dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike. Em jî li parlementoyê aktorê çareseriyê ne."    Piştî axaftina Demîrtaş, heyeta dadgehê ji bo 15 de deqeyan navber da danişînê.