Tirkiyeyê li Eyn Îsayê mizgeftek bombeberan kir 2022-12-01 18:23:47   NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta tirk di êrişa li ser Eyn Îsayê de mizgefta gundê Tirwaziyê bombebaran kir.    Tirkiyeyê di êrişên xwe yên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mizgeftek jî bombebaran kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Tirkiyeyê di êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê de mizgefta gundê Tirwaziyê bombebaran kiriye.    Hat ragihandin ku ji ber bombeberanê mizgeft texrîb bûye.