Ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê 2022-12-01 20:32:10   AMED - Li Amedê ji bo Serokê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk Şebnem Korûr Fîncanciyê destpê çalakiya “Nobeta Aşitiyê” kir.   Odeya Bijîşkan a Amedê, ji bo azadiya Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciyê ku ji ber axaftina xwe ya der barê bikaranîna çekên kîmyewî de hatibû girtin, nobed da destpêkirin. Di Nobeda Azadiyê de pankarta "Em li cem jiyan û heqîqetê ne. Şebnem Korûr Fîncanci rûmeta me ye" nivîsandî hat vekirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û nûnerên gelek saziyan tevlî nobedê bûn.    Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Mûrat Aba anî ziman ku Şebnem Korûr Fîncanci bi salan e ji bo mafan têdikoşe û wiha got: "Mamoste Şebnem bi salan e ji bo mafana têdikoşe. Bi salan li dijî neheqî û bêhiqûqîtiyê têkoşiyaye. Di vê heyamê de her kesî ditepisînin. Lê dê kesên didin dû heqîqetê her tim hebin. Em ê ji bo heqîqetan bitêkoşin."    Paşê Serokê ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytûn axivî. Zeytûn jî destnîşan kir ku gotinên Fîncanciyê gotinine azadîxwaz û demokratîk in û got: "Em li pişt van gotina ne."    Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya KESK'ê Varol Oztorûn jî bilêv kir ku desthilata AKP'ê ji têkoşîna TTB'ê nerihet dibe. Oztorûn bibîr xist ku li Tirkiyeyê gelek nobedên edaletê hene û bal kişand ser lêgerîna ji bo edaletê ya Emîne Şenyaşarê. Oztorûn wiha got: "Em ê heya dawiyê van nobedên edaletê biparêzin. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber daxuyaniyên xwe yên di çarçoveya etîka pîşeyî de hat girtin. Her wiha peyam da derdorên bindest ên vî welatî jî. Têkoşîna mamoste Şebnemê xurt e. Em baş dizanin dê nobedên edaletê bi ser bikevin û AKP têk bişikê."    Sekreterê Giştî yê Tum Bel Senê Yilmaz Yardimci jî destnîşan kir ku Şebnem Korûr Fîncanci ji ber ku rastî gotine hedef hatiye girtin û got ku girtina wê nayê qebûlkirin.   Di daiwya Nobeda Azadiyê de qert ji xebatkarên tenduristiyê yên girtî re hatin şandin.