ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2022'YAN 2022-12-02 09:00:59   * CPT'yê serdana Îmraliyê kiribû, lê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtina pê re red kiribû. Mehmet Ocalan, birayê Abdullah Ocalan ku têkildarî mijarê axivî, wiha got: "Naxwaze hevdîtineke 5 deqe an jî nîv saetî bi CPT'yê re bike. Ji lew re dizane piştî vê dê saelekê du salan hevdîtin bê asteng kirin. Ev berteka wî ya demokratîk a li dijî tecrîdê ye. Protesto ye. Divê dewlet vê yekê esas bigire."   * Heyeta CPT’iyê ji Strasbourgê 2 hezar û 394 kîlometre rê hat û çû Girava Îmraliyê lê destûr destûr nayê dayîn ku parêzerên ku 124 kîlometre dûrî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in hevdîtinê bikin.   * Li her bajarekî Îranê, bi navên Înkilab û Azadî meydan hene. Di 43 salan de ji bo ku gel, ji Meydana Înkilabê bigihîje Meydana Azadiyê bi hezaran welatî hatin kuştin û bidarvekirin. Lê gelên Îranê dibêjin ku ev car bi biryar in wê riya xitimiye vekin.   * Girtiyê nexweş Alî Gozubuyuk ku bêyî rapora wî ya bijîşk esas bê girtin 7 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn, 2 caran cezayê wî hatiye xerakirin lê dîsa jî nayê berdan.    * 6 jê cerdevan 7 kesî bi çakûç, dar û hesinan li Ekrem Çelebî xistine. Ekrem Çelebî, beriya vê êrişê serî li dozgeriyê daye û xwestiye tevdîr bên girtin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 634’emîn de berdewam bike.     * Rûniştina 8’emîn a Danişîna 19’emîn a Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê were dîtin. (10.00)   * Şaxa OHD’a Stenbolê û HDK wê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û geşedanên dawî wê li Şaxa OHD’a Stenbolê daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDΠ   * Şaxa OHD’a Amedê wê têkildarî tecrîdê û serlêdanan li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00) ZINDΠ   * Odeya Bijîşkan a Amedê wê têkildarî Dr. Yilmaz Demîr ê girtî wê li avahiya odeyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)   * Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi armanca ku tevkariya aştiya li Tirkiyeyê bike wê li gelek bajaran nobeta aştiyê li dar bixe. (13.00-18.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê li dijî qedexeyên çalakî û aktîvîteyan a Walitiyê wê li ber Baroya Rihayê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)