Cerdevanan bi çakûçan êriş birine ser wî 2022-12-02 09:05:11     NAVENDA NÛÇEYAN - 6 jê cerdevan 7 kesî bi çakûç, dar û hesinan li Ekrem Çelebî xistine. Ekrem Çelebî, beriya vê êrişê serî li dozgeriyê daye û xwestiye tevdîr bên girtin.    Li Çinara Amedê piştî tapo kadastro hatiye gund û sînorê erdan diyar kiriye, hin welatiyan îtiraz kiriye û ji ber vê ketine qirika hev. Ji welatiyan Ekrem Çelebî ku serî li dadgehê daye, ji ber îtiraza xwe rastî êrişa cerdevanan hatiye.   Di meha îlonê de Ekrem Çelebî û cerdevan Ramazan Tufek, Sabahattîn Denîz, Îsmaîl Denîz û Nûsret Denîz ketin qirika hev. Li gundê Comceliyê, piştî tapoyê sînorên erdan diyar kiriye û Ekrem Çelebî jî li ber vê rabûye, cerdevanan daye dû wî.        BI ÇAKÛÇ ÊRIŞÎ WÎ KIRINE   Çelebî ku nêzî du mehan ji aliyê cerdevanan hatiye şopandin, di 28'ê mijdarê roja duşemê saet di 09.00'an de gava ji navçeyê ber bi Amedê ketiye rê, saet di 09.30'yî de li Otogara Navçeyan a Amedê rastî êrişa komeke qelebalix hatiye. Cerdevan û xizmên cerdevanan bi hesin, dar, qundaxên çekê û çakûçan êrişî Çelebî kirine. Çelebî ji ber derbên giran ji serê xwe xwarine, bi giranî birîndar bûye. Çelebî niha li nexweşxaneyê tê dermankirin. Di 29'ê mijdarê de ji serê xwe emeliyat bûye. Hat diyarkirin ku ji ber derbên ji serê xwe xwariye, birîna wî xedar e.   GOTINE QEY MIRIYE Û ÇÛNE   Ekrem Çelebî ku duh polîsan li nexweşxaneyê îfadeya wî girtiye, di wêneyan de kesên êriş birine ser wî tespît kirine û gotiye êrişkaran bi çakûçan êrişî wî kiriye û gava li erdê bûye, ji êrişkaran yekî gotiye "temam, mir" û wisa belav bûne.    Piştî ku xizmên Çelebî giliyê êrişkaran kiriye, Midûriyeta Polîsan a Yenîşehîrê ji 6 cerdevanên êrişkar 4 jê tespît kirine, lê hê jî Ramazan Tifek, Sabahattîn Denîz, Îsmaîl Denîz û Nûsrettîn Denîz nehatine binçavkirin.        BERIYA ÊRIŞÊ SERÎ LI DOZGERIYÊ DAYE   Parêzer Fatîh Aslan, parêzerê Ekrem Çelebî diyar kir ku muwekîlê wî berî êrişê çûye dozgeriyê û gotiye tê şopandin û wiha got: "Giliyê van cerdevanan kiriye, lê giliya wî esas nehatiye girtin. Ji xeynî vê, gundiyên wî jî gotine tê şopandin û ji ber vê doza parastinê kiriye. Lê dîsa jî tevdîr nehatine girtin." Parêzer Aslan xwest ku demildest divê gumnbara bên binçavkirin.    MA / Arjîn Dîlek Oncel