Girtiyê nexweş ku cezayê wî 2 caran hatiye xerakirin, nayê berdan 2022-12-02 09:06:01   SEMSÛR - Girtiyê nexweş Alî Gozubuyuk ku bêyî rapora wî ya bijîşk esas bê girtin 7 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn, 2 caran cezayê wî hatiye xerakirin lê dîsa jî nayê berdan.    Alî Gozubuyuk (49) ku di 13'ê gulanê de li Semsûrê hatiye binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 7 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn, çendî rapora wî ya bijîşk heye jî nayê berdan. Gozubuyuk ku di Girtîgeha Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê ya Cirnê Reş de ye, ji sala 2013'an ve ji ber nerihetiyên xwe yên derûnî dermanan dixwe. Her wiha gurçikên wî jî nerihetin. Li gorî raporên bijîşkan divê ziravê wî bê jêkirin.    Yûsûf Ozperçîn, parêzerê Alî Gozubuyuk diyar kir ku Dadgeha Îstinafê du caran cezayê muwekîlê wî xera kiriye, lê dîsa jî nehatiye berdan. Ozperçîn da zanîn ku li seranserê bajêr binpêkirinên mafan ên bi vî rengî hene û got ku piştî muwekîlê wî hatiye girtin xwestin ew sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) bê kirin, lê dadgehê daxwaza wan red kiriye. Ozperçîn diyar kir ku piştî vê serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê dane û îstinafê du caran cezayê Ozperçîn xera kiriye, lê dadgeha herêmî cardin di biryara xwe de israr kiriye.    Ozperçîn xwest dawî li vê bêhiqûqîtiyê bê û demildest muwekîlê wî bê berdan.   MA / Omer Akin