Mehmet Ocalan: Divê dewlet 'protestokirina CPT'yê' esas bigire 2022-12-02 09:07:22   RIHA - CPT'yê serdana Îmraliyê kiribû, lê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtina pê re red kiribû. Mehmet Ocalan, birayê Abdullah Ocalan ku têkildarî mijarê axivî, wiha got: "Naxwaze hevdîtineke 5 deqe an jî nîv saetî bi CPT'yê re bike. Ji lew re dizane piştî vê dê salekê du salan hevdîtin bê asteng kirin. Ev bertekeke demokratîk a li dijî tecrîdê ye. Protesto ye. Dewlet, divê vê yekê esas bigire."    616 roj in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayên girtin. Parêzerên wî ragihandin ku Ocalan hevdîtina bi Komîteya Pêşgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re qebûl nekiriye. CPT, di 20-29'ê îlonê de serdana Îmraliyê kiribû.    Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, herî dawî di 25'ê adara 2021'ê de bi telefonê hevdîtin bi Ocalan re kiribû, lê hevdîtin jî 3-5 deqeya dewam kiribû û telefon hatibû qutkirin. Mehmet Ocalan têkildarî vê hevdîtinê û tecrîdê ji ajansa me re axivî.    BAL KIŞAND SER QANÛNAN   Mehmet Ocalan, diyar kir ku di hevdîtina dawî de Abdullah Ocalan jê re gotiye, "Kî te şandiye, çima tu hatiyî?" û wiha got: "Got, 'ger hevdîtinek hebe, ev divê di çaçroveya qanûnên Tirkiyeyê de be. Mafê min ê qanûnî û demokratîk heye. Min cara dinê jî ji te re got, ez niha jî dibêjim. Ev ne hevdîtineke rast e. Ê te şandiye û pêwendî bi te re daniye jî tiştekî rast nekiriye. Li gorî qanûnê kîjan rast be, bila wê bikin."    'DEWLET DIVÊ RÊZÊ LI QANÛNÊ BIGIRE'   Mehmet Ocalan, bal kişand ser daxuyaniya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî ku têkildarî serdana CPT'yê gotibû, Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re red kiriye. Mehmet Ocalan wiha axivî: "Fikarên me jî hene. Çima hevdîtin çênebûye? Em malbat dixwazin hîn bibin bê li wir çi diqewime. Ev ji bo me mijareke hesas e. Dewlet, Wezîrê Dadê û hikûmet divê vê yekê zelal bike. Li gorî qanûnê mafê me heye. Em ji doza vî mafî dikin. Ya tê kirin tiştekî talûke ye. Haya malbatê û parêzeran jê tune ye bê ka li wir çi diqewime. Dewlet divê rêzê li qanûnên xwe bigire."    Ocalan diyar kir ku mafên mirovî yên birayê wî Abdullah Ocalan hene û got ku çawa got hevdîtin bi rêya telefonê ya bi wî rengî ne rast e, dibe ku bi heman rengî nêzî serdana CPT'yê jî bûye. Mehmet Ocalan ji bo vê ev tişt gotin: "Naxwaze hevdîtineke 5 deqe an jî nîv saetî bi CPT'yê re bike. Ji lew re dizane piştî vê dê saelekê du salan hevdîtin bê asteng kirin. Ev berteka wî ya demokratîk a li dijî tecrîdê ye. Protesto ye. Divê dewlet vê yekê esas bigire."    Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku ew dixwazin heyetek an jî malbat biçe giravê û bi awayekî rêkûpêk hevdîtinê bikin û bang li dewletê kir ku rêzê li qanûnên xwe bigire. Her wiha Ocalan bang li parêzvanên mafên mirovan ên li welêt jî kir û wiha got: "Li wir 4 mirov hene. 2 sal in xeber ji wan nayê girtin. Her tiştî dinirxînin, lê bila rojekê li ser vê jî bisekin. Ev meseleya Tirkiyeyê û kurdan e. Demildest divê vê yekê bi awayekî demokratîk daxilî rojeva xwe bikin. Tavilê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin."    HÊZA ÎMRALIYÊ   Mehmet Ocalan diyar kir ku saziyên demokratîk divê xwedî bertekên  xurt bin û wiha bi dawî kir: "Herî zêde ez çûme giravê. Ev tiştên tên kirin şerm e. Gelê me divê berteka xwe ya demokratîk nîşan bide. Her kes dizane 'Apo dikare aştiyê bîne Tirkiyeyê.' Lewma divê her kes vî barî hilgire. Apo, dikare vê xwînê bide sekinandin. Banga me ji bo mirovan ev e."    MA / Mujdat Can