FES’ê serdana HDP’ê kir 2022-12-02 13:59:18   ENQERE - Şandeya ku Serokê FES’ê Martîn Schulz jî di nav de bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar re civiyan.    Rêxistina sivîl a civakî Frederich Ebert Stiftung (FES) ku li Almanyayê bi nêzîkatiya xwe ya Partiya Demokrat a Civakî tê nasîn serdana Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) KİR. Şandeya bi serokatiya Serokê FES’ê Martîn Schulz re hat bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar re hevdîtin kir. Hevberdevka Komîsyona Karên Derve ya Partiyê Feleknas Ûca û parlamentera Şirnexê Nûran Îmîr jî tev li hevdîtinê bûn.    Di serdanê de nêzîkatiyên HDP’ê yên derbarê geşedanên li Tirkiyeyê ji şandeya FES’ê re hate ragihandin. Her wiha li ser nexşerêya HDP'ê ya di hilbijartinên 2023'an de, helwesta rêgezî ya geşedanên herêmî û bi taybet siyaseta derve û xurtkirin û berfirehkirina qadên hevkariya navneteweyî hatin axaftin.