Girtîgeha Panosê ji malbata Tekîn re nabêje bê ka sewqî kîjan girtîgehê kirine 2022-12-02 14:13:49   SÊRT- Girtiyê bi navê Şemseddîn Tekîn ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dihat ragirtin û ev 5 roj in tu agahî jê nayên girtin. Malbata Tekîn da zanîn ku rêveberiya girtîgehê tu agahiyan nade wan bê ka ber bi kîjan girtîgehê ve sirgûn kirine.    Girtiyê bi navê Şemseddîn Tekîn ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dihat ragirtin, ev 5 roj in tu agahî jê nayên girtin. Tekîn, di sala 1993’yan de bi îdiaya “yekparetî û yekitiya dewletê xera dike” li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin û girtin. Heta niha li 10 girtîgehan hatiye ragirtin. Hat zanîn ku Tekîn û girtiyê bi navê Sezaî Damar di 29’ê mijdarê de sewqî girtîgeheke din hatin kirin lê rêveberiya girtîgehê agahî nedan malbatên wan. Malbat û parêzer xwestin xwe bigihînin Tekîn lê hemû hewldanên wan bêencam man.    ‘BI SEDEMA EWLEHIYÊ NAYÊ DAYÎN’    Malbata Tekîn û parêzerê wî ji bo ku agahiyan bigirin li girtîgehê geriyan û bersiva; “Ji bo ewlehiyê em nikarin bibêjin bê ka me bi ku de şandiye” jê re hat dayîn. Li ser vê yekê fikarên malbatê zêdetir bûn û dixwaze tavilê bizanin bê ka Tekîn şandine ku derê.    7 GIRTIYÊN DIN JÎ HATIEN SEWQKIRIN    Li gel girtiyên navborî, di 28’ê mijdarê de 7 girtiyên din ên li heman girtîgehê jî bêyî daxwaza wan li girtîgehên cuda hatin sirgûnkirin. Gardiyanan, di saetên serê sibehê de bi lez û bez her 7 girtî ji qawîşên wan derxistin û şandin girtîgehên cuda. Hat zanîn ku ji girtiyan 3 jê şandina Erziromê, 3 jê şandine Erzînganê û yek jî sirgûnî Tokatê hatiye kirin.