Îdianameya derheqê Fîncanci de hate qebûlkirin 2022-12-02 14:16:33   ENQERE - Îdianameya derheqê Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci de hate qebûlkirin.    Îdianameya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) de hatiye amadekirin, ji hêla 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Fîncanci, di 27’ê cotmehê bi sedema nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve hatibû girtin û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê tawanbarkirin.    Danişîna ewil a dozê dê di 23’yê kanûnê de bê lidarxistin.