Balafirên dewleta tirk li Şarbajêr komeke sivîlan bombebaran kirin 2022-12-02 14:29:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên dewleta tirk gundê Gelale yê girêdayî bajarokê Şarbajêr ê bi ser Silêmaniyê ve bombebaran kir. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin li gund kuştî û birîndar hene.     Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker gundê Gelale yê girêdayî bajarokê Şarbajêr yê bi  ser Silêmaniyê ve bombebaran kirin. Li gorî nûçeya Rojnnewsê kuştî û birîndar hene. Derbarê êrişê de qeymeqamê bajarokê Mawet, Kameran Hesen ji Rojnews re axivî. Kameran Hesen got; “Îro balafirên şer yên dewleta tirk a dagirker li gundê Gelale yê girêdayî bajarokê Şarbajêr yê Silêmaniyê, komek welatiyên sivîl kirin hedef û bombebaran kirin. Ew welatî ji bo komkirina giya çûbûn çiya.”   Qeymeqam di berdewama axaftina xwe de ragihand ku di encama bombebaranê de birîndar hene, lê hîn jî tîmên tenduristiyê negihiştine cihê bombebaranê. Li gorî agahiyan balafirên şer 3 caran li ser hev heman cih bombebaran kirine. Li gorî heman agahiyan jî kuştî û birîndar hene. Heya niha derbarê êrişê de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.