Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê: Jinên binçavkirî tavilê berdin 2022-12-02 15:04:39   COLEMÊRG - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê bang li hikûmeta AKP'ê kir ku jinên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatin binçavkirin tavilê bên berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de derheqê 50 jinên ji Tevgera Jinên Azad (TJA) bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “rêveberiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan li 14 bajaran bi ser gelek malan de girtin û 16 jin hatin binçavkirin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê ji bo şermezarkirina operasyona qirkirina siyasî ya il dijî jinan, li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Geverê daxuyanî da. Aktîvîstên TJA’yê jî tev li daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê Fatma Temel axivî û xwest ku jinên binçavkirî di zûtirin demê de werin berdan. Bi domdarî Temel wiha got: “Hemû dayikên aştiyê ji bo aştiyê destên xwe dirêj dikin. Lê her ku em destê xwe dirêj dikin, AKP ji aştiyê ditirse û jinan binçav dike. Çima jin dema daxwaza aştiyê dikin tên girtin? Em dixwazin ku hevalên me di zûtirin demê de bên berdan û azad bibin.”