Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir 2022-12-02 15:16:25   SÊRT – Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara qedexekirina çalakî û xwepêşandanan a walîtiyê, doz vekir.    Walîtiya Sêrtê di 30’ê mijdarê de ragihand ku li seranserî bajar heta 15 rojan hemû çalakî û xwepêşandan hatine qedexekirin. Baroya Sêrtê jî ji bo betalkirina vê biryarê, li Dadgeha Kargerî ya Sêrtê doz vekir. Baroyê têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku ji bo betalkirina biryara qedexeyan, doz vekirine.