Odeya Bijîşkan a Amedê xwest Dr. Demîr bê berdan 2022-12-02 15:17:17   AMED - Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran xwest ku sekreterê wan ê giştî yê dema beriya niha Dr. Yilmaz Demîr ê bi îdiayên îtîrafkarekê hate girtin were berdan.     Odeya Bijîşkan a Amedê bi daxwaza sekreterê wan ê giştî yê berê Dr. Yilmaz Demîr negirtî were darizandin li odeya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Pankarta “Bila Dr. Yilmaz were berdan, zextên li ser rêxistina me ya pîşeyî bên bidawîkirin” bi eywana lê civîn hate kirin ve hate daliqandin. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amede jî tev li civînê bûn.    ‘JI PÎŞEYA XWE BÊPAR MA’   Dr. Elîf Tûran bi bîr xist ku Dr. Yilmaz Demîr ê ji bo mafê tenduristiyê yê civakê têdikoşe dema di 26’ê cotmehê de li navenda tenduristiya malbatê li nexweşan dinêrî bi gotina “îfadeya we heye” hate binçavkirin û anî ziman ku di pêvajoya dozgeriyê de bêyî ku lêpirsînek were kirin ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Tûran, destnîşan kir ku tevî îtîraza parêzeran, biryarên Dadgeha Bilind, Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Demîr hêj girtî tê darizandin û anî ziman ku Dr. Yilmaz Demîr ji mehekê zêdetir e ji azadiya xwe, pîşeya xwe bê par maye.”   ‘TTB KIRINE HEDEF’   Tûran, bal kişand ku Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) ji aliyê desthilatê û hevkarên wê ve hedef tê girtin û anî ziman ku rêxistinên pîşeyî ji bo mafê tenduristî û jiyanê yê civakê têdikoşin û li dijî pêkanînên antidemokratik disekinin. Tûran, destnîşan kir ku ew ê dest ji parastina rêgezên bingehîn ên maf bernadin û wiha berdewam kir: “Rêveber, endam û aktîvîstên me tên krîmînalîzekirin û hewl tê dayîn bên cezakirin. Weke ku me berê jî gelek caran anî ziman, weke TTB em pênaseya tenduristiyê ne tenê weke rewşa başbûna bedenî, di heman demê de weke rewşa başbûna civakî û siyasî pênase dikin. Em ê li hemberî hesabên siyasî, gef û hewldanên hêzên ku ji bo cezakirina wan serê xwe netewînin.”   ‘BILA SÛCDARÎ BI DAWÎ BIBIN’    Tûran, bi lêv kir ku demeke daraz bûye siyasî û hiqûq bûye amûr de li cem têkoşîna mafdar a hevalên xwe Dr. Yilmaz Demîr in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em daxwaz dikin ku darizandina ku xwe dispêre tu delîlên şênber di zûtirîn demê de bi dawî bibe, sûcdariya bêbingeh a li dijî hempîşeyê me bi dawî bibe û serbest were berdan.”