Şîna endama YJA Starê Alkan hate danîn 2022-12-02 15:22:28   AMED - Şîna Endama YJA Starê Havva Alkan (Medya Ozgur) ku di 25’e Mijdarê de li Zapê jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbatê ve hate danîn.    Şîna Endama Yekîneyên Jinên Azad ên Starê (YJA Star) Hava Alkan (Medya Ozgur) ku di 25’e mijdarê de li Zapê di encama êrişên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabû li Mala Şînê ya Farqîniyan a navçeya Rezan a Amedê ji aliye malbatê ve hate danîn. Endamên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) yên Amed, Sêrt, Wan, Êlih, Mêrdîn û Şirnexê, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER, Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Hêrêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê û Komeleya 78'an bi girseyî serdana şînê kirin.    Di destpêkê de girseyê ji bo kesên ku di rêya azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêzgirtin. Piştî rêzgirtinê rêvebera MEBYA-DER a Amedê Meryem Soylû axivî. Soylû di axaftina xwe de ji malbatê re sersaxî xwest.   Pişt re jî li ser navê malbatê apê Alkan Ganî Alkan axivî. Alkan jî ji bo serdana şînê spasiya xwe pêşkeşî beşdarvanên şînê kir û got ku li dijî gelê kurd şerekî qirêj tê meşandin.    Piştî axaftinan dua hatin kirin û girseyê ji malbatê re sersaxî xwest.