Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin 2022-12-02 15:53:33   RIHA - Platforma Ked û Demokrasiyê, bertek nîşanî qedexeya çalakî û aktîvîteyan a walîtiyê da û diyar kir ku qedexe ji bilî desthilatê ji bo hemû derdoran derbasdar in.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê li dijî qedexeyên çalakî û aktîvîteyan a Walitiyê li ber Baroya Rihayê daxuyaniyê da çapemeniyê. Rêveber û endamên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Gel a Komarê (CHP) jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Sedat Altûndag, destnîşan kir ku mafê civîn û xwepêşandanan şertê jêveneger ê demokrasiyan e.    BERTEK NÎŞANÎ QEDEXEYAN DA   Altûndag, bal kişand ku bi qedexeyên çalakî û aktîvîteyan maf û azadî hedef tên girtin û wiha got: “Destwerdana li azadiya kombûnê û azadiya ramanê ya xwepêşandêran demokrasiyê bêfonksiyon dike û heta hebûna civaka demokratîk jî têxe xetereyê.”   ‘QEDEXE JI BO MALBATA ŞENYAŞAR Û MUXALEFETÊ YE’   Altûndag, da zanîn ku qedexeya çalakî û aktîvîteyan a li Rihayê ji saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî yên mûxalîf û Malbata Şenyaşar a 634 roj in têkoşîna edaletê dide re tê pêkanîn û got: “Bi rojan astengkirina qada mitîngê re ji amadekariyên ku hatine kirin tê fêmkirin ku biryara qedexe ya mitînga ku dê sibê ji aliyê serokkomarê partiyi ve were lidarxistin, nayê sepandin.”