Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin 2022-12-02 16:28:31     COLEMÊRG - Cenazeyê egerîlayê HPG’ê Kaya Mûsalo ku di 8’ê Tebaxê de li herêma Anîtos a Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 116 rojan radestî malbatê hat kirin.   Gerîlayê HPG'ê Kaya Mûsalo (Kawa Ewrim) ku di 8'ê Tebaxê de li devera Anîtos a herêma Kato Marînûsê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin. Malbatê 3 meh berê ji bo cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dabû. Piştî encama DNA'yê diyar bû, malbatê cenazeyê Mûsalo ji "goristana bêkesan" wergirt û ber bi Wanê ve bi rê ket.    Cenazeyê Mûsalo li Goristana Karşiyaka ya Wanê hat veşartin.