Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn 2022-12-02 16:35:26   AMED – Ji bo Havva Alkan a YJA-Starî ku li Zapê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, şîn hat danîn.    Ji bo endama Yekîneyên Jinên Azad (YJA-Star) Havva Alkan (Medya Ozgur) ku di 25'ê Mijdarê de li Zapê di êrişên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabû, li Mala Şînê ya Farqîniyan a li navçeya Rezanê ya Amedê şîn hat danîn. MEBYA-DER a Amed, Sêrt, Wan, Êlih, Mêrdîn û Şirnexê û TÛAY-DER, MED-DER, Komeleya 78'an, HDP û DBP bi awayekîg irseyî tevlî şînê bûn.   Di şînê de endama MEBYA-DER'a Amedê Meryem Soylû axivî û sersaxiya malbatê kir. Paşê li ser navê malbatê Ganî Alkan jî malvayayiya beşdaran kir.    Piştî axaftinê dua hatin kirin. Şîn, dê 3 rojan bidome.