'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe' 2022-12-02 17:11:50   AMED - Endama Desteya Rêveber a ÎHD'a Amedê Jiyan Ormanli ku di "Nobeda Aştiyê" de axivî got: "Li Tirkiyeyê ji bo aşîtiyeke nirxdar pêk were divê li girtîgehan tecrîd û îzolasyon bi dawî bibin û di serî de cihêkariyên li ser girtiyên nexweş û li ser girtiyên polîtîk ji holê rabe."   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çalakiya "Nobeda Aştiyê" ya vê mehê jî li dar xist. ÎHD, ku di her îna serê mehê de çalakiya "Nobeda Aştiyê" li dar dixe, ya vê mehê li ÎHD a Şaxa Amedê li dar xist. Di nobedê de pankarta "Ji bo hemû kesî aştî" hat daliqandin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Odeya Bijîşkan a Amedê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê beşdarî nobedê bûn.     Di nobedê de Endama Desteya Rêveber a ÎHD'a Amedê Jiyan Ormanli metna daxuyaniyê xwend.    Ormanliyê diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê rû didin hevçaxên dîroka komarê ne û got ku heta niha hikûmetên hatine li ser desthilatdariyê ji bo van binpêkirinan tu polîtîka neafirandine û ev yek jî bûye sedema berfirehkirina vê pirsgirekê. Ormanliyê anî ziman ku ÎHD'ê piştî darbeya 12’ê Îlonê ji bo îşkence, muameleyên xirab û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê rû didin bi dawî bibin, ji hêla xizmên girtiyan, rewşenbîr, parazvanên mafan û hiqûqnasan ve hatiye damezrandin û wiha domand: "Em bi cerebeya xwe ya 36 salan dikarin bibêjin ku sedema herî girîng a îxlalên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê tên jiyîn ji ber polîtîkayên dewletê pêk tên. Bi taybetî neçareseriya pirsgirêkên Kurdan, israra polîtîkayên ewledariya dewletê, qedexeya li ser sazî û kesên ji bo maf û azadiyê têdikoşin her roj girtiyên girtîgehên Tirkiyeyê û îxlalên mafan zêdetir dike. Li gorî daneyên Wezareta Dadê yên li ser malpera xwe ya fermî weşandiye li Tirkiyeyê bi giştî di 399 girtîgehan de  ji 1’ê Mijdara 2022’an vir ve 331.706 girtî û cezaxwarî hene, kapasîteya giştî ya girtîgehan jî 288.348 hatiye diyarkirin. Li gorî vê daneyê 43.358 girtî ji kapasîteyê zedetir in. Li gorî daneyên wezaretê jî rewşa girtîgehên Tirkiyeyê tê xuyakirin."    Ormanliyê di berdewama daxuyaniyê de ev tişt gotin: "Em dikarin bibêjin xebata herî girîng a Komîsyona Girtiyan a Komeleya me tespîtkirina rewşa nexweşên girtî yên di girtîgehê de ne û pêkanîna gihandina mafê wan ê tenduristiyê ye. Qasî ku me di Nîsana 2022’an de tespît kiriye li girtîgehên Tirkiyeyê 651 giran bi giştî 1517 girtîyên nexweş hene. Ji roja ku têgeha ‘girtiyên nexweş’ ketiye rojeva Tirkiyeyê heta niha hejmara girtiyên nexweş her diçe zêdetir dibe ev yek bi me nîşan dide girtîgeh li ser tendûristiya mirovan bandora neyînî pêk tînin. Bi taybetî bi cihêkariya qanûna înfazê girtiyên polîtîk bi salên dirêj li girtîgehan tên girtin, piraniya van girtiyan di salên 90’î de hatine girtin di binçavî û girtîgehan de bi îşkenceyê re rû bi rû mane, tedawiyên wan pêk nehatine, dîsa serîlêdana 'taloqkirina înfazê' ya van girtiyan bi Qanûna 5275’an hatiye astengkirin, digel raporên nexweşxaneyên herî baş ên 'nikare li girtîgehê bimîne' Saziya Tibba Edlî rapora “dikare li girtîgehê bimîne” dide, lîjneyên çavderî yên îdarî gava nirxandinên 'rewşa baş' dikin bi 'sedemên polîtîk' tevdigerin. Ev tev dibin  îxlala mafê jiyanê ya girtiyan."    Ormanliyê destnîşan kir ku girtîgehên Tirkiyeyê bi pirsgirêkên mayînde û pêkanînên talûke yên li ser jiyana girtiyan veguherîne navenda binpêkirinên mafên mirovan û got: "Ji bilî babetên me diyar kirine ev salên dawî gelek mirinên bi guman ên girtiyan pêk tên ev jî pirsgirekek din bi me nîşan dide. Li gorî tespîta komeleya me îsal 72 girtî li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane. Gelek ji van girtiyan jiyana xwe bi guman ji dest dane."    'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'   Ormanliyê anî ziman ku divê rêz li mafê girtiyan were girtin û got: "Ev jî di berpirsiyariya dewletê de ye. Dewlet divê bêyî nêrîna polîtîk a girtiyan, nîjada wan, zayend û cihêkariyên wan ên din binêre helwesteke li gorî nirxên mirovahiyê diyar bike. Li ser vê babetê polîtîkaya tecrîdê ku em wekî rêbaza îşkenceyê dibînin demildest dawî bibe. Dewlet bi taybetî tecrîdê wekî rêbaza îşkenceyê li girtîgehan ji bo girtîyên polîtîk “ îsleh” bike û bi vê rêbazê çavên hemû kesên muxalîf bitîrsîne pêk tîne. Bi taybetî îzoleya ku demeke dirêj e li ser girtiyên bi navê Veysi Aktaş, Hamili Yildirim û Hayri Konar ên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimînin, qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran, astengkirina mafê ragihandinê ya bi  name û telefonê qonaxa ku tecrîd hatiye nîşan dide. Li Tirkiyeyê ji bo aşîtiyeke nirxdar pêk were divê li girtîgehan tecrîd û îzolasyon bi dawî bibin û di serî de cihêkariyên li ser girtiyên nexweş û li ser girtiyên polîtîk ji holê rabe."    'BERÎ HER TIŞTÎ AŞTÎ'   Ormanliyê di dawiyê de got: "Divê girtiyên siyasî yên nexweş bêyî girêdayîyê konjoktûra siyasî bin demildest werin berdan; tecrîd û izolasyon bi dawî bibin. Em dibêjin berî her tiştî aşîtî."