Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin 2022-12-02 21:15:48   ÎZMÎR - Metîn Gumuş ku piştî 30 salan hat berdan, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin.    Metîn Gumuş piştî 30 salan ji Girtîgeha Bafra ya Samsûnê derket. Gumuş di sala 1992'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û cezayê muebedê lê hatibû birîn.    Gumuş piştî hat berdan bi 2 rojan çû cem malbata xwe ya li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê. Gumuş ji aliyê EGE TÛHAYDER, Dayikên Aştiyê, rêxistinên DBP û HDP'ê yên Îzmîrê, Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê û gelek kesan ve hat pêşwazîkirin.   Gumuş bi tilîliyan hat pêşwazîkirin.