Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin 2022-12-02 23:02:40 AMED - Nevzat Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, li Balafirgeha Amedê bi ji bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.   Nevzat Çelîk ku di Girtîgeha Bafra ya Samsûnê ya Tîpa T'yê de dima, piştî 30 salan ji girtîgehê derket. Çelîk ku di sala 1992’yan de li Amedê hatibû girtin, bi îdiaya "Xirabkirina yekîtî û yepkpareyiya dewletê" û “endamtiya rêxistinê” cezayê muebedê (36 sal) lê hatibû birîn. Çelîk, duh ji girtîgehê derket û îro bi balafirê ji Stenbolê hat Amedê.  Rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ya Amedê,  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û gelek kes li balafirgehê Çelîk pêşwazî kirin.    Çelîk li balafirgehê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.