Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin 2022-12-02 23:09:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Rûsyayê êrişî Efrîn û Marê kirin.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku spartiye çavkaniyên li Şehbayê, balafirên şer ên Rûsyayê êriş birine ser bajarê Efrîn û Marê ku her du jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin.   Çavkaniyan ragihand ku liv û tevgera balafirên Rûsyayê didome.