ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN 2022-12-03 09:00:28   * Xebatkarên navenda bangewaziyê ku rastî mobbîngeke giran tên, Tora Piştevaniyê ya Xebatkarên Navenda Bangawaziyê ava kirin.   * Weşanxaneya Wardozê di warê folklorê de 3 pirtûkên nû yên berhevkar Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl yên bi navê "Dîdarok û Qewlikên Zarokan", "Zêmar, Stranên Şînê" û "Qewl û Beytên Êzdiyan" çap kirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Senyaşar dê di roja 635'an de berdewam bike.   * Civîna rêveberiyên herêmî ya HDP'ê wê li navçeya Silopiyaya Şirnexê pêk were. (09.00-16.00)   * Meclisa Xwendekarên Demokratîk dê 1'emîn Kombexata xwe ya Asayî bi dirûşmeya “Bi Ciwanên Pêşeng Ber Bi Civakeke Azad Ve” li Stenbol û li Wanê li dar bixe. (10.00)   * Rojnameger dê bi wesîleya salvegera 28'emîn a bombekirina li ser Rojnameya Ozgur Ulkeyê li Kadirgaya ku teqîn lê pêk hat daxuyaniyê bidin. (11.00-13.00) ZINDÎ   * Xizmên windayan wê li Amed, Êlîh û Îzmîrê çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li dar bixin. (12.00) ZINDÎ   * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê çalakiya xwe ya 921’an bi rêya online li dar bixin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê têkildarî rewşa girtiyên nexweş çalakiya "Rûniştina F" li ber avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê têkildarî rewşa girtiyên nexweş li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Tifaqa Ked û Azadiyê dê li Salona Konferansê ya Fakir Baykurt a Şaredariya Çigliyê ya Îzmîrê civîna gel pêk bîne. (14.00)