ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-04 09:00:27   * Aynûr Elçîoglû, hevjîna Abdullah Elçîoglû yê ku di sala 2014'an de li Kobanê di berxwedana li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, wiha bertek nîşanî êrişên li ser Kobanê da: "Kobanê çi kiriye, doza çi li Kobanê dikin? Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?"   * Şaredariya Artûklûyê ya AKP'î îhaleya ku maliyeta wê nêzî 870 hezar TL ye, da fîrmaya xizmê endamê AKP'î yê meclîsa şaredariyê.   * Serokê Heyeta Îmraliyê ya CPT'yê Therese Rytter ku derpêş kir hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kirine, vê carê jî got "Em ji bo lêkolînkirinê çûn Îmraliyê."    * Rêveberiya Xwecihî ya HDP'ê li Silopiyayê bi beşdarbûna 250 delegeyan civînek li dar xist. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Necla Fîgan Altindag anî ziman ku di pêvajoyeke wiha de lihevkombûna jinan xwedî girîngiyeke gelek mezin e û wiha got: "Em ê qeyûman û hişmendiya wan a li Kurdistanê derxînin."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 636’an de berdewam dike.    * Civîna Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê tê lidarxistin dê îro jî bidome. (10.00-16.00)   * TTB dê tekildarî doza derheqê Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê û zextên li ser rêxistinên pîşeyî li pêşiya Navenda Giştî daxuyaniyê bide. (12.30)   * Tifaqa Ked û Azadiyê dê li navçeya Şîşlî ya Stenbolê bi dirûşma “Ji bo Mafên Kedê Dem Dema Ked û Azadiyê ye” were ba hev. (15.00)